Jinên bi keda destê xwe li hember pergala endustiryal li ber xwe didin…

09:33

Oyku Dilara Keskin- Habibe Eren/ JINHA

ENQERE - Li Bazara Sihhiye a Enqerê du jinên ji Meletiyayê bi keda destê xwe ya xwezayî li hember hilberîna kaputalîzmê û marketên wan li ber xwe didin.

Jin li hember hişmendiya deshilatdar hilberînê bi keda destê xwe ya xwezayî dike. 2 jinên ji Meletiyayê hilberînên bi keda destê xwe havînan li memleketê xwe berhev dikin li Bazara Sihhiye a Enqerê pêşkêş dikin. Jinên bi keda destê xwe aboriya xwe avadikin ji bo gelek jinan bi tekoşîna xwe dibin mînak. Li bazarê tezgahên Emine û Fatma li kêleka hevin. Her du jin li hemberî hilberîna kaputalîzmê ya marketan berhemên xwezayî pêşkêş dikin. Ser tezgeha jinan hêjîr, mijmij, berikên mijmijan, tuk û gelek tiştên dinê yên hişk kirî hene.

Bi keda jinan berhemên xwezayî tên berhevkirin

Fatma Kose ya ku di sala 1986'an de ji Meletyayê koçî Enqerê kiriye da zanîn ku ji bo xwendina 3 zarokên xwe ew ji hilberînên xwezayî debara xwe dike û wiha domand: "Ez hilberîna keda destê xwe difiroşim. Ez hemû fêkî û tiştên xwezayî bi keda destê xwe hişk dikim. Ez nohk, fasule û hemû tiştên di bazarê de difiroşim bi xwe li gundê xwe diçînim, xwedî dikim heya digihin û paşê jî berhev dikim. Jiyana me bi vî awayî derbas dibe."

Ji eleqeya jinan menûnin

Emine jî bilêv kir ku 7 salin ji Meletiya hatiye Enqerê û wiha axivî: "Heya zarokên min zanîngeh qazanc kirin ez di malê debûm. Piştî qazanckirina wan a dibistanê min dest bi kar kir. Niha zarokên min mewzînbûne, lê ji ber min ji berhemên keda destê xwe hez kiriye hîna ez karê xwe berdewam dikim."

(zt)