‘Koça bi zorê’ ku ji salên 90’î heta niha tê kirin wekî polîtîkayek pişaftinê ye
10:04
JINHA
STENBOL - Endama Lijneya Komeleya Çand û Piştevaniya Civakî yên Koç Dikin Şefîka Gurbuz da zanîn ku ‘Koça bi zorê’ ku ji salên 90’î heta niha tê kirin wekî polîtîkayek pişaftinê ye û got, “Gel ji cih kirin, beşekî pişaftinê ya herî girîng û xespkirina milkên gel e.”
Têgeha kurd û koçkirin du têgehên ku ji hev ne biyanî ne. Koç ku yek ji pêkanînên pergala serdest a tirkan e di dîroka fermî de di bin navê ‘Polîtîkaya Îskanê’ de cihên ku hatine dagirkirin, pişaftin kirin hatiye armankirin. Di dîrokê de jî ku em dizan in di serdema Osmanli û Selçukliyan de cihên ku hatine dagirkirin tirkmen tê de hatine bincihkirin û ev yek jî ji bo otorîteya navendî bi hêz bikin pêk anîne. Îro jî li dijî serhildanên kurdan koçkirin tê ferzkirin û ev yek jî dide xuyakirin ku dest ji polîtikaya ‘tirkirinê’ bernedane. Di salên 90’î de ku gelê kurd dema koç dikir berê xwe dida metropolan, lê gelê kurd ji taxên ku tên dorpêçkirin venaqetin û li derdorê bi cih dibin. Ji Komeleya Koçkirinê ya li Stenbolê Şefîka Gurbuz koçkirina ku di salên 90’î de li ser gel dihat ferzkirin û polîtîkayên veguhestina bajaran ku dewleta tirk dixwaze li Colemêrg û Şirnexê bixe meriyetê nirxand.
‘Di salên 90’î de jî daxwaznameya matbû hebûn’
Şefîka destpêkê koçkirina ku di salên 90’î de pêk dihat nirxand û da zanîn ku di wê demê de dewlet bi darê zorê li ser kurdan pergala cerdevantiyê dida ferzkirin û gundan dişewitan û ji ber wê jî kurd neçar diman ku koç bikin. Şefîka anî ziman ku dewlet bi vê rêbazê polîtîkaya pişaftinê dixist dewrê û wiha got: “Bi vî awayî dewleta ku nekarî gel bixe rêzê, li metropolan wan dixist rewşek xirab. Ji cih kirin ji dîroka berê û heta niha bûye wekî kevneşopiyek dewletê. Dewlet bi valakirina gundan, armanc kiriye ku çavkanîyên mirovî û lojîstik ên PKK’ê tune bike. Dewlet wekî berê îro jî dixwaze daxwaznameyên matbu bi wan bide îmzekirin û zerarên wan pêşwazî bike. Dewlet bi van îmzeyan hewl dide ku di qada navneteweyî de xwe mafdar derbixe.”
‘Di yekî de gund tên şewitandin û di yê din de jî mal tên bombekirin’
Şefîke anî ziman ku di yekî de gund tên şewitandin di yê din de jî mal tên bombekirin û wiha dom kir: “Polîtîkayên duh îro jî berdewam dikin. Îro li Kurdistanê tenêli hemberî gelekî êrîşek pêk naye. Her wiha dîrok û xwezaya herêmî jî dê hedfgirtin.” Şefîka balê kişand ser plana veguhestina bajêr ya ku Serokwezîr Davutoglu gotibû dê Şirnexê bibin Cizîrê û Colemêrgê jî bibin Geverê û got bi vê plana xwe armac dikin ku gelê kurd bixin bin kontrola xwe.
‘Em di roja îro de dibînin ku şer kirine spî û aştiyê jî kirine reş’
Şefîka diyar kir ku ew di roja îro de dibînin ku şer kirine spî û aştiyê jî kirine reş û wiha bi dawî kir: “Koça ku tê ferzkirin û li serê dixwazin çareseriyê pêk bînin zêdetir dixe rewşek xetere. Ji bo pêşiya vê yekê bê girtin divê dewlet vegere maseya çareseriyê. Bi taybetî jî divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş bike. Ger ev koçkirin û xirakirin berdewam bike dê ji çareseriyê dûr bikevin.”
(go)