Di demên cuda de kesên ku rastî zilma dewletê hatine êşên hevdû dipêçin

10:37

JINHA

AMED – Ji Dayikên Şemiyê Hayriye Dogan ku di salên 90’î de rastî zilma dewletê hatiye, niha jî piştgiriyê dide malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin di nobedê denin bi van gotinan bang li rayedarên dewletê dike: “Heta hûn bi vê rastiyê re rû bir û neyên, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

AKP û Qesir roja ku konsepta şer xistin dewrê û heta niha di hişmendiya her kesî de ev pirs çêbûy: Gelo em vedigerin salên 90’î? Ji Dayikên Şemiyê Hayriye Dogan ku di salên 90’î de zilma dewletê dîtiye da zanîn ku dewlet her tim heman hişmendî pêş dixe. Di salên 90’î de jî ev yek wisa bû lê niha salên 90’î li ber tiştên ku dijîn kêm dimîne. Li vê derê dayikên cenazên ku çend roj in li erdê ne hene. Dê teqez hesabê vê zilmê bê pirsîn. Ez bi rojan im li vê derê piştgiriyê didim van malbatên ku di nobedê de ne. Armanca min ew e ku ez êşa wan kêm be jî parve bikim.”

‘Birayê min li ber deriyê xwe hat qetilkirin’

Dayika Hayriye da zanîn ku xwişka wê Bedîa Gumuş di sala 1995’an de de li Mêrdînê li ber derî bi awayekî kiryar ne diyar hatiye qetilkirin û ev tişt got: “Di wê demê de jî gelek kes hatin qetilkirin û karyarên wan veşartî hîştin. Mirovan digirtin û wan dibirin cihekî din qetil dikirin û tu kes nedibîhîst. Dê bi qetlîaman heta kuredê biçin.”

‘Cenaze li kolanan rizî dibin’

Dayika Hayriye da zanîn ku li dijî qetlîamên dewletê êdî gel bêdeng namîne û wiha bi dawî kir: “Em ê êdî xwe biparêzin. Di bin navê terorê de dixwazin me hemûyan qetil bikin. Dê ev kar wekî salên 90’î nebe. Cenaze li kolanan rizî dibin. Êşa ku em dijîn li gel dayikên hian pir kêm jî dimîne. Em bang li hemû cîhanê dikin. Divê ev cenazeyan teslîmê malbatan bikin. Dewlet ji me re dibêje terorîst, gelê xwe dixapîne û qetlîamên li ser me dixwaze rewa bike. Wekî salên 90’î niha jî li bajarên Kurdistanê sûcên mirovahiyê tê jiyîn. Û em dibêjin ku; Heta hûn bi vê rastiyê re rû bir û neyên dê têkoşîna me jî berdewam bike.”

(go)