YPS-JIN: Li hember polîtîkaya qirêj a ser bedena me parastina cewherî şerte!
11:31
JINHA
ŞIRNEX - Fermandara YPS-JIN Axin Besta, bertekên tind nîşanî kirinên hêzên dewletê yên jina li Cizîrê qetilkirîn û paşê ji bo tehşîr kirinê bedena wê tazî kirî da û got: "Divê ev hovîtiya ser bedena jinê hatî kirin ji bo hemû jinên kurd bibe hêrsa tolhildanê. Divê jin vê bizanin; ger jin parastina xwe nekin dê hişmendiya deshilatdar bi hêzên dewletê ser bedena jinan polîtîkayan bisepînin."
Fermandara YPS-JIN a Şirnexê Axin Besta di derbarê êrîşên dewletê yên ji meha tîrmehê heya niha ser Kurdistanê berdewam dikin û di nava êrîşan de polîtîkayên dewletê yên ser bedena jinan nirxandin kir. Axin da zanîn ku gelê kurd di pêvajoyek şoreşê ya giring re derbas dibe û wiha domand: "Di vê pêvajoya şoreşê ya giring de ez di serî de Rêber Apo û malbatên hevalên me yên şehîd bi rêzdarî silav dikim. Dema ku gelê kurd vê firsendê ne nirxîne dê winda bike. Ev pêvajoya hebûn û tinebûnê ye. Em bên qetilkirin û ser me komkujî jî bê kirin divê em tekoşînê bilind bikin. Ne cara yekê ye gelê kurd rastî van zilim û komkujiyan tê. Ev bi salane em li hember vê zilmê berxwedanê dikin. Piştî îlana rêveberiyên xwecihî hîn zêdetir ev komkujî derketin berçavan. Di vî şerî de dê komkujî jî bên kirin, lê heya Kurdistana xweser emê tekoşînê bilind bikin."
'Polîtîkayên ser bedena jinê tên kirin nikare YPS-JIN bitirsîne'
Axin gotin AKP'ê ya "Kobanê ket dê bikeve" bibîrxist û got: "Li gel wan gotinan jî gelê kurd li ber xwe da û ew gotin vala derxistin. Li Bakurê Kurdistanê Sur, Silopî, Cizîr û Şirnexê berxwedan berxwedan dike. Her çiqas dewlet bi hovane êrîş dike, malan hildiweşînin, bedena jinan ji bo tehşîrkirinê tazî dikin jî ev kirin çavê YPS û YPS-JIN natirsîne. Ev ne cara despêkê ye em van dibînin. Ev tindiya derunî û leşkeriye, ticarî dê nikarin vîna me bişkênin."
'Dema ku di şerekê de jin pêşengiyê dikin dê ew dever azad bibe'
Axin, wiha qala berpirsiyarî û rola jinan a dîrokî kir: "Jinan di kesayeta Bêrîtanan, Besêyan û Sema yan de şer kirin. Îro jî di kesayetiya Ekin û Roza de pêşengiyê dikin, ji bo wê ye ev qas dewleta faşît êrîş dike. Weke Rêber Apo gotî; 'Ger jin azad nebe civak azad nabe.' Ji bo wê ye ji dîrokê heya niha her dem dewleta faşîst şer ser jinan daye meşandin. Dewlet baş dizane giyana şoreşê ya jinan bi tikesê re nîne. Dema ku jin pêşengiya şoreşekê bikin, ti hêz nikarin li hember bisekine. Tilîliyên jinan dikare dijmin di aliyê derunî de lewaz bixe. Ji bo wê ye herî zêde êrîşî jinan dikin."
'Kes nikare tekoşîna jinan bişikêne'
Axin wiha berdewam kir: "Sema û Bêrîtanan di vê rêyê de xwe îspat kirine. Bêrîtan li hember îxanetê xwe di zinaran de avêt. Li hemberî zilmê heva Ekin û Roza tekoşînek mezin kirin. Çî dibe bila bibe kes nikare tekoşîna jinan bişikîne. Pergala îro heyî jî herî zêde ser xebata jinê pêşdikeve. Bedena jinê weke temayên cuda cuda dixebitînin. Çima îro tayîbetî dimjim ser jinan disekine? Ji ber dizane devera jinê serê xwe lê hilda şoreş dibe."
'Ji bedena jinê ya bêcan ditirsin'
Axin destnîşan kir ku hêzên êrîşkar dixwazin şoreşa li Kurdistanê pêşdikeve di kesayetiya bedena Ekin û Roza de hilweşînin û wiha dom kir: "Ji bo tolhildana hevalên şehîd YPS û YPS-JIN hat avakirin. Heya em tola hevalên xwe hildedin dê tekoşîna me berdewam bike. Heya azadiya Kurdistanê dê tekoşîna me berdewam bike. Em li hemberê dijminek ê ji bedena hevalên me yên jin ên di şer de şehîd ketine ditirsinin. Ev ji bo jinên kurd peyameke. Dema ku jin çekê negirin û li hember tecawîzkarên AKP'ê şer nekin dê êrîşî bedena jinan bikin. Ji bo wê jî divê em bi hev re li hemberî vê faşîzmê şer bikin."
'Divê ji tiştên dikin hestên tolhildanê ava bibin'
Axin bilêv kir ku armanca avabûna YPS-JIN li hember hişmendiya tecawîzkar bi şer polîtîkayên ser bedena jinê valaderxistine û wiha axivî: "Bi beşdariya hemû jinan nava refên YPS-JIN dikare ev polîtîka vala bê derxistin. Di kesayetiya Ekin û Roza de emê şer bikin û xwîna hevalên xwe li erdê nehêlin. YPS-JIN hêza parastina jinane. Dê heya dawiyê li Kurdistanê YPS-JIN gelê kurd û jinan biparêze. Divê ev hovîtiya ser bedena hevalên me yên jin tên kirin bi hemû jinên kurd re hesta tolhildanê bide çêkirin. Divê jin vê baş bizane ger tu xwe neparêzê dê hişmendiya deshilat polîtîkayên xwe yên qirêj ser bedena te bide jiyînandin."
'Jinên pêşengiya şoreşê dikin'
Axin, anî ziman ku tenê rizgariya jinan di nava refên YPS-JIN dene û wiha pêde çu, "Ev pêvajo ji bo jinan firsendek dîrokiye. Ji bo jinan roja hebûnê ye. Di vê şoreşê de pêşengiya jinane. Dema ku jin bixwazin tişta nikarin bikin nîne. Divê jin li hember êrîşên ser Bakur û her çar aliyên Kurdistanê tên kirin serê xwe hildin û di nava tekoşîna dîrokî de cîh bigirin. Divê ticarî jin serî li hember dewletê netewîne."
'Ser bedena jinan şerê derunî dikin'
Axin da zanîn ku li Kobanê di kesayeta Arin Mirxan de şoreş hat pêşxistin û wiha domand: "Li vêderê jî di kesayeta hevalên me Ekin û Roza de êrîşên dewleta faşîst vala hatine derxistin. Li Rojava tilîliyên jinan çeteyên DAIŞ'ê tirsandin. Ji bo jin wan nekuje ditirsiyan. Heta navê jinan jî di nava dijmin de ji guleyan zêdetir bandur dike, di aliyê derunî de dikar wan bixe. Ji tirsa xwe hevalên me yên jin ên di şer de şehîd dikevin, kincên wan jê dikin û ji bo tehşîrkirinê bedena wan tazî dikin. Hewildidin hişmendiya gel a namûsê dexînin pêş. Bi tazîkirin û tacîzkirina benena jinê şerê derunî didin meşandin. Ji ber êdî tiştek din di destê dewletê de nemaye van rêyan bikartînin."
'Çawa li Kobanê YPJ biserket dê li Bakurê Kurdistanê jî YPS-JIN serkeve'
Axin, bilêv kir ku şoreşa Rojava û Kobanê bi YPJ pêşket û herî dawî wiha got: "Îro jî bi pêşengiya YPS-JIN Bakurê Kurdistanê azad dibe. Li Sur, Silopî, Cizîr, Kerboran, Şirnex û Nisêbînê jinan ev berpirsarî girtiye ser milê xwe. Heya dawiyê jî emê tekoşînê mezin bikin. Cihê ku hevalên me yên şehîd hêlayî emê berdewam bikin. Her dem devera jinan pêşengî kirî lê şoreş biserketiye."
(zt)