Şengalê bewxedana Bakur slav kir

11:40

JINHA

ŞENGAL - Welatiyên Şengalê bertek nîşanî komkujiyên ser rêveberiyên xwecihiyên li navend û navçeyên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin dan. Şengalî ber bi sînorê Cizîrê ve meşiyan û berxwedan silav kirin.

Welatiyên Şengalê bertek nîşanî komkujiyên ser rêveberiyên xwecihiyên li navend û navçeyên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin dan. Li navça Sînunê ya Şengalê ya Hêrema Federala Kurdistanê welatî bi wesayîtan berbi sînorê Cizîrê û Endîwera Rojava ve ketin rê. Meclîsa Jinan a Şengalê TEVDA, mamoste û ciwan jî di nav meşê de cih girtin. Di rê de gelê Şengalê rastî astengiyên KDP'ê hatin. Tevî hemî astengiyan jî gel çû ber sînor.

Şengaliyên ku hatin ber sînor durişmên "Bi can û bixwîn em bitere ne Cizîr", û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Çalakvanan gotin hişmendiya DAIŞ û AKP'ê yeke û ew ê her daîm li ba gelê Bakurê Kurdistanê bin. Wek Êzîdiyan ewê hertim li cem gele berxwedêr bin û bangî hemî kesî kirin ku li berxwedana Cizîrê xwedî derkevin. Piştî çalakiyê welatî cardin vegeriyan Şengalê.

(dt/zt)