Pîr û dayikên Elewî komkujiya Cizîrê şermezar kirin

11:53

JINHA

MÊRDÎN - Pîr û dayikên Elewî ji bo piştgiriya berxwedana gel hatin Nisêbînê û komkujiya Cizîrê şermezar kirin.

Pîr û dayikên Elewî yên Dersimî ji bo piştgiriya berxwedana gel a li bajarên Kurdistanê hatin navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û li vir bi daxuyaniyeke çapemeniyê komkujiya li Cizîrê şermezar kirin. Dayik û pîrên Elewiyan şev li Taxa Dîcleyê man û bi roj jî li pey barîkatan daxuyanî dan. Ji pîrên elewiyan Hasan Genç daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ew ji bo rastiyê bibînin hatine Nisêbînê. Hasan balê kişand ser komkujiya Cizîrê ku bi dehan birîndar ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovitî hatin qetil kirin û got "Em bang li hemû mirovahiyê û cîhanê dikin û dibêjin ku 'werin rastiyê di cih de bibînin.' Dem hatiye û heta derbas dibe ku em zilmê rawestînin."

Pişt re dayika bi navê Menşure Dogan axivî û wiha got "Dinya hemû zilman dibînê lê zilma li ser Kurdan nabîne? Kesê ku xwedî wijdan e divê qebûl neke."

Piştî daxuyaniyê pîr û dayik, bi welatiyan re sohbet kirin.

(zt)