Xwestaka Dayika Nazîfe ya dawî jiyana rêveberiya cewheriye...

12:06

Vildan Atmaca / JINHA

WAN - Jina bi nave Nazîfe Yilmaz (92) diyar kir ku berî Kaptalîzmê jiyanek komunal hebû û dema xweya derbas bûyî wiha anî ziman: "Zamanê berê ava me, nanê me û keda parkirî tevde yek bû. Em hatin bajaran, me xwe jibîrkir. Ji loma ez dixwazim berî ez bimrim xweseriya cewherî bibînim."

Nazîfe berî 50 salan li navçeya Erdîşa Wanê bi cih bûye. Ew ji jayana gund qut bûye, axîn kişand û wiha got: "Mirovan êdî jiyan jibîr kirine civaka komun jibîrkirine, êdî şerê hev dikin. Li gundan jiyanek piştevanî hebû. Lê îro wilo lê hetiye ku pere nebe jiyan û piştevanî nabe. Evîna mal û milk mirov ji çanda wan durkirine. Emê bi rêveberiya cewherî cardin jiyana komunal jiyanbikin û bes hîna nemirî didaxwaza min dîtina wan rojane."

'Nanê me û sifra me yek bû'

Nazîfe bilêv kir ku berî niha mirovan di nav hev de jiyan dikir û wiha axivî: "Li gundan li mala kê xwarin amadebana me liwir xwarin dixwar. Pariyê nanê me hebana parkirin hebû. Erdek ne ajotî ba herkes diçû alikariya gundiyên xwe, her kesê alîkariya hev dikirin. Gundiyên bê erd jî hebûn, lê her malekê para wan tiştên çandî dibirin, ew bê par nedihêlan. Wê demê jî rola jinê li pêş bû, jinan ev par belav dikir. Heya para melayê mizgeftê jî hebû. Jiyana gund komun bû."

(dt/zt)