Meşa ciwanên Kobanê berdewam dike
12:21
Rebia Êto/JINHA
KOBNAÊ - Meşa ciwanên Kobanê ku bi coş destpêkir dewam dike. Jinên ciwan diyar kirin ku ewê heya azadiya Rêberê xwe di çalakiyan debin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava ji gundê Qeremoxê yê Kantona Kobanê meşeke dirêj ku du rojan dewam dike destpêkirin. Meş bi dûruşmeya "Bi ruhê berxwedana Bakur û Kobanê Komploya Navnetewî valaderket" bi beşdariya ciwanên kantona Kobanê dewam dike.
Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Perwîn mihemed di derbarê mebesta lidarxistina meşê de got: "Em weke jinên ciwan tevlî vê meşê bûne, ji bo komploya li ser Rêber Apo şermezar bikin. Ev roj ji bo me, rojek reşe. Emê bi têkoşîn û çalekiyên xwe nehêlin roja me were tarîkirin. Di esas de meşa me biryadariya me ya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd e. Em berxedana Bakurê Kurdistanê silav dikin."
Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Rojîn Osman jî wiha axivî: "Em weke ciwanên Kobanê bi armanca şermezarkirina komploya Navnetewî vê meşê lidar dixin. Kes nikare roja tarî bike, emê bi baweriyeke mezin azadiya Rêber Apo mayînde bikin."
Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Mizgîn Şêxî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em tevlî vê meşê bûn ji bo komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo şermezar û lenet bikin. Heya Rêber Apo azad nebe emê têbikoşîna xwe mezin bikin. Em soza azadiya Rêberê xwe didin."
(en/zt)