Jinên Rojava komplo şermezar kirin

12:40

Şînda Ebdulah /JINHA

DIRBÊSIYÊ - Jinên Rojavayê Kurdistanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û diyar kirin ku ewê jiyana xwe ser bingehê felsefeya Rêbertiya xwe bihonin.

Komploya Navnetewiya di 15'ê Sibata sala 1999'an de li berameberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû, di 17'emîn Salvegera xwe de li weke hemû deverên Kurdistanê li Rojava jî tê şermezarkirin. Jinên bajarê Dirbêsiyê jî komplo şermezar kirin û daxwaziya azadiya Rêberê xwe kirin.

Endama TEV-Çand Rojava Hojîn Hêriz komploya 15'ê Sibatê de wiha anî ziman; "15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojek reş e. Em wek jinên Kurd taybet jinên Rojava vê komployê lenet û şermezar dikin. Em hêvîdarin ku dê îsal Rêbertiya me azad bibe û were cem me. Em jinên Rojava li ser xeta Rêber Apo ji me re destnîşan kiriye heya dawî dimeşînin."

Endama TEV-Çand Rojava Peyman Xelef jî wiha axivî: "Vê roja reş a gelê Kurd û Rêber Apo hedef dike nayê qebûlkirin. Bila dewleta Tirk bizanin ku dibe Rêber Apo di girtîgehê de be, lê em tev bi fikir û ramanên wî dijîn û heya Rêbertiya me azad bibe emê têbikoşin."

Endama Rêxistina Yekîtiya Star Henîda Dawûd jî got; "Em jinên ku bi felsefa Rêber Apo ji bo azadiyê têdikoşîn vê komployê û komplogeran lenet dikin."

Endama Rêxistina Yekîtiya Star Zeyneb Memo jî wiha axivî: "Jinên bajarê Dirbêsiyê jî vê roja reş mehkûm dikin û em didin diyarkirin ku emê jiyana xwe li ser ramanên Rêbertiya xwe birêxistin bikin."

(en/zt)