Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya runiştinê kirin
12:53
JINHA
AMED - Dayikên Aştiyê ji bo komplo û wahşeta li Cizîrê hatî kirin şermezar bikin rojek greva birçîbûnê dan despêkirin. Îro jî Dayikên Aştiyê çalakiya xwe bi dawî kirin û xwestin berbi Surê ve bimêşin lê rastî astengiya polîsan hatin.
Dayikên Aştiyê yên Amedê ji ber wehşeta li Cizîrê hatî kirin û komploya 15 Sibatê şermêzar bikin rojek greva birçîbûnê dan despêkirin. Dayikên Aştiyê çalakiya greva birçîbûnê ku li ber avahiya Meclîsa xwe dabûn despêkirin bi dawîkirin û dayikan xwestin ber bi Surê ve bimeşin. Meşa ku Endama Koordînasyona KJA yê Zûbeyde Zûmrût jî di nav de ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Dayikên Aştiyê li ber avahiya Meclîsa xwe ji bo astengiya meşê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Çalakiya Dayikên Aştiyê berdewam dike.
(dt/zt)