Meşa Ciwanan gihîşte gundê Kazikan

13:19

Rebia Êto/JINHA

KOBANÊ - Meşa ciwanên rojava bi tevlîbûneke xort di roja duyemîn de çendîn gund li pey xwe hişt. Meş gihişt gundê ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sînor derbazkirî derbazî Rojava bûyî lê mayî Kazikan.

Meşa ciwanên rojava yên YCR duh destpêkirî didome. Meş dê li navenda bajarê Kobanê bidawî bibe. Ciwan serê sibehê ji gundê Elîşarê meşiyan û ji gund derketin derbasî gundê Şeran bûn. Ciwan bi berzkirina dûruşmeyan derbasî gundê Kazikan yê ku yekemîn gundê ku Rojava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1978'an de dema sînor derbas kiribû gihayê. Ciwan ji gund silav ji Îmraliyê re rêkirin û xwestin dengê xwe tevlî berxwedana Îmraliyê bikin. Ciwanan diruşmên 'Bijî Berxwedana Bakur' bilind kirin.

Meşvanan heya niha 9 gundên bi navê Qermox, Eyîn Elbet, Eyîn Elbeta piçûk, Çapan, Xerbê, Girbenab, Kosik, Elîşarş û Şêran derbaskirin. Li gundê Kazikan Rêveberiya TEV-Demê û Saziya Zimanê Kurdî pêşwaziya ciwanan kirin. Li ser navê TEV-Dem'ê Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Ayşe Efendî axivî. Eyîşe bi silavkirina ciwanan dest bi axaftina xwe kir û got; "Her sal meş çêdibe, lê belê meşa îsal cuda ye. Bi pêşengtiya ciwanan şoreş pêşdikeve. Îro li Bakur jî ciwan li dijî komplogeran û Komara Tirkiyê li ber xwe didin." Ayşe di dawiyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir.

Piştî gundê Kazikan ciwanan berê xwe da kelha berxwedanê Kobanê.

(hs/zt)