Li Nisêbînê teqîn
14:04
JINHA
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê li hember maşîneyên zirxî yên polîsan û tabûra leşkeriya sînor çalakî pêk hat. Hate ragihandin ku di çalakiyê de herî kêm polîsek birîndar bû.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê şevê din li hemberî hêzên dewletê çalakî pêk hatin. Li hemberî wesayîtên zirxî û hêzên dewletê yên li Kolana Çagçagê bi çekên lûle dirêj çalakî pêkhat. Di çalakiyê de herî kêm polîsek birîndar bû û derbarê kûştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li aliyê din li Kolana Cumhueriyetê li nêzî riya trenê dema maşîneyên zirxî yên polîsan derbas dibûn de teqînek dijwar pêkhat. Di derbarê encamên teqînê de agahî nehatin zelalkirin.
Her wiha di saetên dereng ên şevê de li hember 2'emîn Tabûra Kişleya Kenan Dalbaşar a Hudût bi çekên namlû dirêj çalakiyek pêkhat. Demek dirêj ji heremê dengê çekan bilind bû.
(ekîp/zt)