Li Îzmîrê mirina jinekê ya biguman

14:04

JINHA

ÎZMÎR - Hat îdiakirin ku jina bi navê Hayriye Ozlem Koroglu (30) li Beşa Norolojî ya Fakulta Tibê ya Nexweşxana Zanîngiha Egeyê tedawî didît xwe di cama qata 6'an de avêt xwarê.

Hat îdiakirin ku jina bi navê Hayriye Ozlem Koroglu (30) li Beşa Norolojî ya Fakulta Tibê ya Nexweşxana Zanîngiha Egeyê tedawî didît xwe di cama qata 6'an de avêt xwarê. Hat zanîn ku Hatriye ya ser betonê ketiye, giran birîndar bûye û yên ku dîditin xeber dana tenduristvan û polîsan. Hayriye tevî hemî mudaxaleyan jî nehat xilaskirin.

Cenazeyê Hayriye Ozlem Korologlu şandin morga Tiba Adliya Îzmîrê. Polîsan li cihe bûyerê lêpirsîn da despêkirin.

(dt/zt)