Li Hesekê jin ji bo 15'ê Sibatê di çalakiyan denin
14:46
Gulîstan Bekir-Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star jinên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê civînek lidarxistin.
Yekîtiya Star û jinên Şaredariyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî 15'ê Sibata sala 1999'an ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî civînek lidarxistin. Civîn li salona Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Hemû Saziyên Civaka Sivîl ên bajarê Hesekê û bi sedan jinên bajêr di civînê de amadebûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê despêkir, piştre Rêvebera Yekîtiya Star Şervîn Hesekê komploya navnetewî şermezarkir û wiha axivî: "Em vê komployê şermezardikin, armanca hêzên komploger ji dîlgirtina Rêber Apo ew bû ku tevgera azadiyê tune bikin, vîna gelê kurd bişkînin. Lê Rêber Apo ev komplo vala derxist û careke din bi fikir û felsefa xwe zivirand ronahiyê û serkeftinê. Hîna zêdetir gelê me hişyar bû, berxwedanî û têkoşîn jî gihîştin astên herî jor û komploger vala derketin.''
Hevşaredara bajarê Hesekê Muhabad Sado jî komplo şermezar kir û wiha got: "Ji Rojava heya Îmraliyê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Wê sala 2016'an bibe sala azadiya Rêber Apo. Çiqas dijmin polîtîkayên kirêt bikar bînin jî her em ê bersiva wan bidin û wan paşde vegerînin. Bila her kes çavên xwe vekin û bizanin ku azadî nêz bûye. Kilîta azadiyê jî ramanên Rêber Apo ne.''
Di civînê de helbestên ku jinan ji bo Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan nivîsandin xwendin. Di dawiya civînê de jî sînevîzyonek derbarê komployê de hate temeşakirin û jinan bi durûşmeyên 'Bijî Serok Apo' civîn bidawî kirin.
(hs/zt)