Li Endîwerê meşa şermezarkirina Komployê

15:09

JINHA

DÊRIK - Li Endîwerê meşeke berfireh ji bo şermezarkirina komploya Navnetewî tê lidarxistin. Bi hezaran welatî ji Dêrik, Tirbespiyê û Girkê Legê herikîn Endîwerê.

Bi mebesta şermezarkirina komploya Navnetewî meşeke girseyî li Endîwerê destpêkiriye. Şêniyên bajêr û gundên Dêrik, Tirbespiyê û Girkê Legê, Koçerat, Berav û Aliyan jî ber bi Endîwerê ve herikîn. Bi hezaran kes tevlî meşê bûne û di meşa ku dê heya ber sînor bidome de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Star, TEV-Dem û PYD'ê her wiha pankart hatine hildan.

Piştî ku gel gihîşte Endîwerê dê li wir mitîng destpêbike û daxuyanî werin dayîn.

(db/en/zt)