Jinên Kobanê ji bo 15'ê Sibatê li ser piyanin
15:44
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Kobanê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê de civînek ji jinên Kobanê re çêkirin.
Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin di 17'emîn salvegera komployê de civînek lidarxist. Di civînê de jinên Kobanê, jinên saziyên civaka sivîl û jinên hêzên parastina civakî jî di navê de, li navenda Yekîtiya Star civîn lidarxistin. Navend bi alên reş û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin. Hemû jin bi cilên reş tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê hat despêkirin.
Di civînê de Endama Koordînasiyona Yekîtiya Star Rihan Kobanê komploya ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ser Rojhilata Navîn hatî kirin nirxand û wiha got: "Rêber Apo bi fikir û têkoşîna xwe rûyên rast ên wan kesên ku qaşo bi azadiyê bang dikin eşkere kir. Êdî her kesê fêm kiriye ku çavkaniya azadiyê û berxwedaniyê ramanên Rêber Apo ne. Têkçûna serdestan jî azadiya ramanên Rêber Apo ne. Em tucarî berxwedana bêmînak a Rêber Apo jibîr nakin. Têkoşîna Rêber Apo ji bo gelê Kurd û taybet ji bo jinê, qet nayê jibîrkirin."
Civîn bi diruşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Bakur" dawî bû.
(hs/zt)