Hevseroka Cemyeta Rojnamegerên Azad Nevin Erdemir hat binçavkirin
15:48
Sibat
14
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN – Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Gun Radyoyê Ahmet Gulmez di ketina Mêrdînê de piştî venêrîna nasnameyan hatin binçavkirin.
Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Gun Radyoyê ya ku li Amedê weşanê dike, dema ji Amedê dihatin Mêrdînê, di ketina bajêr de piştî venêrîna nasnameyê hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.
(zt)