Ev 22 rojin malbat ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe di çalakiyê denin

16:05

JINHA

AMED - Li navçeya Sura Amedê berxwedan berdewam dike. Malbatên ku ev 75 rojin cenazê zarokên wan ên li Surê ji aliye hêzên dewletê ve hatin qatilkirin li kolanan tên sekinan din.

Malbatên ku nikarin cenazeyên zarokên xwe ji Surê bigrin ev 22 rojin li Sumerparqê di çalakiya nobetê denin. Li qada çalakiyê wêneyê Rozerîn Çukur (17) Ramazan Ogut (16) Gunduz Akmeşe (28) Turgay Girçek (19) Mahmut Oruç (23) Cîhat Morgul (14) Welat Bîlen (21) hatine daleqandin. Ji aliyê din ve panqartên "We ji jiyana wan re rêz negirt", "Ji cenazeyê wan re birêz bin" û "Em cenazeyê zarokên xwe dixazin " hatin daleqandin. Mabatan ji bo dorpêça Surê bi dawî bibe û karibin cenazeyê zarokên xwe bigrin ji Waliyê Amedê de daxwaz name nivîsîn, lê hîna ti encam negirtine. Malbatan diyar kirin ku heya dorpêç neyê rakirin û ew cenazeyê zarokên xwe negirin dê çalakiya xwe berdewam bikin."

Dayika Cîhat Morgul Kadriyê Morgul got; "Ez li benda vegera kurê xwe yê li nava Surê bûm, lê min agahiya qetilkirina wî bihîst. Yên ev bi me dan jiyan kirin, heman tişt bê serê wan jî."

(dt/zt)