Ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê li Dirbêsiyê meşa mezin

17:29

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Îro ji bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Tiltemir bi hezaran kes berê xwe dan Dirbesiyê ji bo komploya Navnetewî şermezar bikin.

Dirbesiyê malovanî ji meşa şermezarkirina komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê re kir. Ji bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Tiltemir û niştecihên Dirbesiyê jî beşdarî meşê bûn. Li Dirbesiyê welatî heya ber konê piştevaniya berxwedaniya Bakurê Kurdistanê yê ber sînor meşiyan. Jin, zarok û ciwan bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Beşdarên meşê cilên reş li xwe kirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin. Meşvanan pankartên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şoerşa Rojava berhemê ramanên Rêber Apo ye" hatin hilgirtin. Piştî meşê Hevseroka Meclîsa Kantona Cizîrê Hedye Yusuf axivî û bal kişand ser Felsefeya Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan û wiha doman: "Bi saya felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan em li vir kom bûne. Di serî de em şehîden şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li pêşberî wan ditewînin. Ji vir heta Îmraliyê em silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin. Her sal gelê me vê rojê li kolanan şermezar dike. Ji ber di bîranîna vî gelî de ev bûye Roja Reş. Em vê rojê û vê komployê şermezar dikin. Dê li dijî planên komployê têkoşîna me bidome."

Meş bi bilindkirina diruşman dawîbû.

(şa/zt)