Li Endîwerê gel bi yek dengî got: Bê Serok jiyan mabe

17:53

JINHA

DÊRIK - Li Endîwerê meşeke girseyî bi mebesta şermezarkirina komployê hate lidarxistin.

Li Endîwerê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê gel ji gund û bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê kom bûn û herikîn ser sînor. Çalekî bi meşa ber sînorê Bakûrê Kurdistanê destpêkir. Li ber sînor di dawiya meşê de ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin. Çalakvanên li Endîwerê kom bibûn, cilên reş lixwe kiribûn û bi dûruşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Kes nikare roja me tarî bike" û "Bê Serok jiyan nabe" bilind kirin. Piştî rêzgirtinê di derbarê komployê û berxwedana gelê kurd di nava 17 salan de Hesen Koçer Endamê Rêveberiya PYD'ê got: "Ev Komplo armanca wê tunekirina vîna gelê Kurd bû. Lê belê bi keda Rêber Apo û ya gel û hevalan vala derket. Berxwedana gelê me bi encam bûye."

Rêvebera Yekîtiya Star Şehnaz Remedan Ebdo jî wiha axivî: "Jina ku îro li ber xwe bide, li dijî hovîtiya dijmin li ber xwe dide, dê tucaran qebûl neke ku Rêber Apo di girtîgehê de bimîne."

Ji Rêveberiya Ereban jî Raxib Faris got: "Em vê komployê şermezar dikin. Îro berxwedêrên di çeberan de şer dikin her roj serketinên mezin çêdikin. Emê berxwedanê bidomînin heya Rêber Apo ji girtîgehê derkeve. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya tevahiya mirovahiyê."

Li ser navê avakerê Êzîdxanê jî Qasim Kemal jî wiha got: "Azadiya Rêber Apo, Azadiya Êzîdxanê ye."

Piştî axaftinan meş bi diruşmeyan dawî bû.

(db/en/zt)