Wexfa Jinên Rojava ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê daxuyanî da

17:58

JINHA

QAMIŞLO - Wexfa Jinên Rojava di derbarê şermezarkirina komploya 15'ê sibatê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: " Em weke jinên Rojava ji tevahî gelên bindest re soz didin heya gihîştina azadiyê emê heya dawî di bin roniya perspektîfên Rêberê Gelan Rêber Apo de têbikoşin."

Wexfa Jinên Rojava di derbarê şermezarkirina komploya 15'ê sibatê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "17 sal li ser komploya Navnetewî ya ku li berameberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, derbas dibe. Rêberê me ew girtîgeha Îmralî bi raman û îradeya xwe ya azad zivirandiye cihê Rojê ku bi ronahiya xwe re tevayî gelên bindest ronî dike û ji wan re rêya azadiyê û rûmetê nîşan dide. Bi vê rêyê re Rêber Apo perspektîfa têkoşînê ya li dijî zilm û koletiyê daye. Gelê Rojava ku ji tîrêjên roja azad hêz girtiye, 5 sale şoreşa azadiyê bi serketinên peyhev bilind dike. Ev şoreş berhema Rêber Apo ye. Em weke Weqfa Jina Azad di Rojava de vê komployê şermezar dikin. Em weke jinên Rojava ji tevahî gelên bindest re soz didin heya gihîştina azadiyê emê heya dawî di bin roniya perspektîfên Rêberê Gelan Rêber Apo de têbikoşin."

(gb/zt)