Li Nisêbînê zarokek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

18:07

JINHA

MÊRDÎN - Li taxa Dîcela ya Nisêbînê di êrîşên hêzên dewletê de zarokê bi navê Mugdat Ay hate qetilkirin, Azad Denger jî ji lingê xwe hate birîndarkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxa Dîcleyê de zarokê 12 salî yê bi navê Mugdat Ay ê li kolanê bi hevalên xwe re dilîst hate qetilkirin. Di gulebarana hêzên dewletê de zarokê 16 salî yê bi navê Azad Denger jî ji lingê xwe hate birîndarkirin.

Cenazeyê Mugdat ê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Azad ê birîndar welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

(zt)