Ekrem Sevilgen ê li Cizîrê hat qetilkirin li Nisêbînê hat definkirin
18:24
JINHA
MÊRDÎN - Ciwanê bi navê Ekrem Sevîlgen (17) ê ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin li Nisêbînê ji aliyê bi sedan kesî ve hate defin kirin.
Ciwanê bi navê Ekrem Sevîlgen (17) ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovitî hate qetilkirin, ji ber ku li Cizîrê rewşa awarte didome li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate defin kirin. Ji bo Ekrem li navçeyê merasîma cenaze hate lidarxistin. Bi sedan welatî û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, nûner û endamên MEYA-DER, Dayikên Aşitiyê û HDP û DBP'ê jî tevlî merasîma li Taxa Devrîmê bûn.
Piştî merasîmê û wecîbeyên olî, cenaze bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" birin Goristana Morîsê û li wir hate defin kirin.
Malbata Sevîlgen da zanîn ku ewê piştî ku li Cizîrê êrîş bi dawî bûn, di konê şînê ya ji bo hemû şehîdên şoreşê tê danîn de, şîna xwe deynin.
(zt)