'Emê bi bedana xwe ya tazî rêxistin û têkoşînê mezin bikin'

19:12

JINHA

STÊMBOL - Di komxebata ji aliyê DKH'ê ve hatî amadekirin de Berdevka DKH'ê Dilşat Canbaz wiha axivî: "Tirkiyê siyaseta cuda bûn û zimanek nefretê dide meşandin. Ji aliyê din ve jî şerek taybet li ser jinan tê meşandin. Em dizanin çareserî di rêxistinkirinê dene. Em ê bi bedenên xweyên tazî rêxistin û têkoşînê avabikin."

Tevgera Jinên Demokrat (DKH) Bi şîara "Ez şervana şerê xwe me, Keda min, Bedena min, Keda min " Komxebata xweya 3'emîn li darxist. Komxebat li Navenda Çanda Yuz Çiçek Açsin hat li darxistin. Ji Avrupa û Tirkiyê gelek rexistin tevlî komxebatê bûn. Li salona Komxabatê panqatên "Jin ber bi rêveberiyê ve, jin ber bi deshilatiyê ve", "Ez jinim şervana şerê xwe me" hatin daleqandin û dovîzên "Jin jiyan azadî", "Li hember hişmendiya dewletê a mêrane parastina cewherî", "Her bijî jina ku serê xwe ji şer re netewîne" û "Li Geziyê barîqat li Kurdîstane xendek" hatin vekirin. Ji aliyêdin ve posterê Yelîz Eray, Şîrîn Oter, Arîn Mîrxan û jinên ku di têkoşînê de hatine qetilkirin ketin hat daleqandin. Komxebatê bi rêzgirtina ji bo giyana jinên di tekoşînê de jiyana xwe jidest dane despêkir.

'Em ne xerîbê veşartina qatlîama nin'

Berdevka DKH'ê Dilşat Canbaz da zanîn ku divê jinên Kurdistanê bi rexistinbin û wiha berdewam kir: "Her roj li ser jinê şîdet û qatlîam zêde dibin. Divê demê de emê bi hêza jinê serkevin. Li Cizîrê ev 62 rojin dorpêç û qatlîam li ser gel tên meşendin. Berî vega du rojan dewletê rastiya xwe danîşan û got; 'Operasyon xilas' bi wahşiyetê gel qatilkirin. Dewlet pratîka ku qatlîama veşêre xistin dewrê lê serkftî nabûn."

'Têkoşîna rêxistî çareseriyê derbas dike'

Dilşat destnîşan kir ku daxwaza faşîzma deshilat ewe yekanebûna xwe bidomîne û wiha domand: "Dewlet li Kurdistanê di xwaze li ser bedana jinê siyaseta qirêj bike. Emê jin bi rêxistin bibin û têkoşîna xwe mezin bikin. Hemî jin wê bi bedena xweya tazî têkoşînê mezîn bikin."

'Kirasê ku dewletê li xwe kiriye bi xwîne'

Endama DKH Duygu Kit hişmendiya zimanê mêr di civak û çapemêniyê de rewa dike û wiha got: "Divê em hişmendiya mêr li her qadê nîqaş bikin. Hişmendiya mêr bê sînore. Dewlet dixwaze li hemî qadan hişmendiya mêr bixe dewrê. Bi salane jin têkoşîna vê hişmendiyê dide. Di medyaya alîgir de her dem jinê sucdar didin nîşandan. Dewlet divê xalê de kirasê bixwîn li xwe kiriye."

(dt/zt)