Li cîhanê milyarek jin li hember "şîdetê" dans kirin

20:14

JINHA

ENQERE - Li tevahiya cîhanê tevgera V-Day li hember şideta ser jinan û zarokên keç rabûn serpiyan û di çarçoveya kampanyayê de li cadeya Karanfîl hatin cem hev û jinan gotin; "Mîlyarek jin liserpiyanin" dans kirin.

Bi navê "Milyarek li hember şîdetê rabûn ser piya" (One Billion Rising) Rastiya şîdeta bi çalakiya dansê protesto kirin. Di 14 sibata 2012'an de ev tevger ava bû û hersal di 14'ê sibatê de çalakiya dansê li dardixin. Jin li Kolana Karafîlê bi panqartên rengê jinan dans kirin. Di sala 2016'an de jinan gotin; "Ji bo têkoşînê em ser piyanin" û ji sunneta jinan re na ew ê li Enqerê li berxwe bidin. Jinan gotin ku ew ê dans bikin û ew ê li berxwe bidin. Li cîhanê di eynî demê de milyarek jin li Bangladeşa Amerîka, Ganbiya, Hîndîstan, Meksîka, Nepal û gelek welatên din li deverên vekirî ji bo mafê jinê dans kirin.

'Em ji bo bê mafiyê dans dikin'

Jinan panqartên "Jin jiyan azadî", " Bedana min biryara mine" û "Ez ne namusa ti kasî me " hatin girtin û ji bo azadî û têkoşîne dans kirin. Di çalakiyê de di her temenî de zarok jî tevlî çalakiya dansê bûn. Jin êdî rehetin ne wek berê ne. Armanca me ji bo ku jin li hember şîdetê bêdeng ne mî nin. Em ji bo destavetinê, tacîz, sinneta jinê, ensestê, û li hember her bê mafîtiyê dans dikin wê sala 2016'an bibe sala têkoşîna jinan.

(dt/zt)