Suat Mistefa: Li ser axek cuda me kêliyên azad jiyan kir

09:03

Delîla Bagok/JINHA

DÊRIK - Di pêvajoyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava bû gelek dayîk tevlî perwerdeya wî dibin û ji nêzve dibînin. Yek ji wan jinan Suat Mistefa (50) saliye. Suat qala bîranînên xwe dike û wiha dibêje, "Dema min xatir ji Rêbertî xwest, destê min di nav destên wî de bû, destê xwe yê din danî ser milê min. Ji min pirsî 'tu çi dixwazî'. Min gotê 'ez tiştekê ji te naxwazim. Ez nizanim heya azadiya Kurdistanê ez ê sax bimînim yan na, lê ez tenê dibêjim heya ez bijîm dê destê min di nav destên te de be, ez ê bi te re bixebitim'."

Di 17. salvegera komploya navnetewî a ku li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî de çalakiyên gelê Kurd yê cur be cur li her çar aliyê Kurdistanê despêkir. Lê hinek dayîk hene çalakî û helwesta xwe yê li hember komployê ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha berdewam dikin. Yek ji van dayîkan Suat Mistefa yê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtî. Suat piştî dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 1999'an û pêve bi xwakirina cilên reş komployê şermezar dike. Suat du caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne û qala bîranîna hevdîtinê dike.

Coş û heyecana hevdîtina yekem

Suat wiha behsa yekemîn hevdîtina xwe kir, "Di 15'ê Tebaxa 1991'an de em çûn Lûbnanê, qada Rêbertî. Her kes di nava meraqê de bû, ka demê bibînin dê hestên çawan bijîn. Kes nezanî Rêbertî çawa û ji kuderê hat. Me hew dît Rêbertî li ba me ye. Li me mêzand û got 'gelê milet û hevalan, hûn tev bixêr hatine'. Li ser axek cuda me kêliyên azad jiyan kir. Rêbertî got 'Em nêzî 50'î hezar mirov hev dibînin, lê mixabin em ser axek din hev dibînin. Eger em li ser axeke azad a Kurdistanê bûna, dê ev gotûbêjên me hîna xweştir bûya'. Piştî gotinên Rêbertî hêrsê min a têkoşînê pêşket û min barê têkoşînê hilda ser milê xwe."


'Heya ez bijîm dê destê min di nav destên te de be'

Suat wiha berdewam kir, "Piştî axaftina Rêbertî bidawî bû, dayîkek ku fîstanê şîn li xwe kiribû, şelemeyeke koçerî jî dabû ber kemera xwe, boxçika xwe vekir û 500 lîra derxist û da Rêbertî. Jê re got 'Rêberê min vê ji xwe re bide cil'. Rêbertî bersivand 'baş e, cilên min pir in, lê ez ji destê dayika xwe werbigrim.' Civîn piştî 10 seatan qediya. Ji me xwest ku malbatên şehîdan neçin da ku ji me re civîneke din çêke. Em wek malbata Şehîd Reşîd li wir man heya roja din. Roja din Rêbertî civîn çêkir. Dema min xatir xwest, destê min di nav destên wî de bû, destê xwe yê din danî ser milê min. Ji min pirsî 'tu çi dixwazî'. Min gotê 'ez tiştekê ji te naxwazim. Ez nizanim heya azadiya Kurdistanê ez ê sax bimînim yan na, lê ez tenê dibêjim heya ez bijîm dê destê min di nav destên te de be, ez ê bi te re bixebitim.' Destên xwe li milê min xist û got 'hevalê Reşîd jî wiha ji min re gotibû. Lê min jêre negotibû ez xwişka şehîd Reşîd im."

'Li ser desthilatdariyê mêr û koletiya jinê de axivî'

Suat qala hevdîtina xwe yê duyem dike û wiha pêde çû, "Cara duyem ez di sala 1992'an de çûm sehê û min Rêbertî dît. Sala din 15'ê Tebaxê dîsa ez çûm saheya Rêbertî. Ez çûbûm Lûbnanê. 15'ê Tebaxê nêzîk bû. Dayîkan biryar wergirtin biçin cem Rêbertî. Min ew mal nedinasî. Ji qata duyan Rêbertî hat û silav da me. Rêbertî ji me re civîn çêkir. Ji Heleb, Efrîn, Dêrik, Şam pir kes hatibûn. Rêbertî di derbarê jinê de axivî. Di civînê de her digot 'mêr xwe desthilatdariyê ser jinan dike, jin jî xwe wek kole dibîne. Xwe tenê ya mal, zarok û zilam dibîne'. Rêbertî piranî li ser pêşketina jinê û koletiya wê ya di bin desthilatdariyê mêr dinirxand. Piştî axaftina xwe bi dawî kir ji me xwest em jê pirsan bikin. Min hin pirs amede kiribûn lê beriya ez bipirsim Rêbertî ji xwe bersivand. Min ji xwe re got wek ku Rêbertî di dilê mirovan de be."

'Bêje ez ê serbixim'

Suat kêliyên gotûbêja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha şîrove dike: "Di wê civînê de gel ji Rêbertî pirs dipirsîn. Kesek ji Helebê hatibû, ji Rêbertî re got 'xebatê Helebê sekiniye'. Duvre Rêbertî jê pirsî 'civîn, alîkarî, ziyaretkirina malan heye yan na?' Ew kes jî got 'belê heye'. Wê demê Rêbertî jê re got 'Xwe û vîna xwe xurt bike. Ger hertişt heye û tu dibêjî karê Helebê lewaz e, tê wateya tu lewazî.' Kesek din rabû û ji Rêbertî pirsa 'ew kesên ji nav rêxistinê vediqetin çima nayê kuştin'. Rêbertî got 'em kesek nakujin. Lê zarokên we ne. We wiha xwedî kiriye. Divê hûn hesabê ji wan bipirsin. Ez nabêjim çek bixin serê wan, pere nedin wan, dikanan ji wan re ava nekin. Bê ku hûn çek bikar bînin jî hûn dikarin wan rast bikin.' Kesek din jî ji Şamê hatibû û pirsî 'ma dewlet tine ne ku tu destên xwe bidî wan?' Rêbertî gotê 'dewlet hene, lê ma tu xwe lewaz dibîn? Ji xwe bawer be. 20 salan welatê min rizgar nebûye, bi hezaran şehîdên me hene. Ger ez xwe bi dewletê ve bidim girêdan, em ê çawan layiqê şehîdan bin. Xwîna wan dê vala biçe û gel dê min nepejrînin. Çavên xwe bernede derve. Bêje ezê bikim û ezê serbikevim."

'Sebir bikin em ê welatê xwe rizgar bikin'

Suat diyar kir ku di civînê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jê pirsek dipirse û wiha qala wê kêliyê kir, "Herî dawî got ez ê pirsekê bikim ka kî bersiv bide û wiha pirsa xwe kir 'Ez pêwîste bi lezgînî biçim cihekê, ez diçim li aliyek riya min ava aliyê din jî agire, di wê rewşê de ez çi bikim? Kesek bersiv neda. Rêbertî bixwe bersiv da û got 'di ciheke wiha de ji min re 'sebir' lazim e. Yan ez divê avê li agir bikim ku bitefe heya ez derbas bibim. Nexwe ez xwe li agir bixim ez ê bişewitim û dê karê min jî nîvco bimîne. Herwiha ji min re sebir lazim e ji bo ez avê jî derbas bikim. Ez divê kelekekê çêkim û siwar bibim wiha avê derbas bikim. Hevalên me bavên qehreman in, lê dibêjin çima di 3-4 rojan de Kurdistan azad nabe. Sebir bikin, em ê welatê xwe rizgar bikin. Ger dewleta Tirkiyê Kurdistanê bi rehetî jî bide min, ji ber min ked nedaye, dê bi rehetî jî ji min bistîne." Suat anî ziman ku piştî civînê xwatir ji Rêbertî dixwaze û soza tevlîbûnek xurt dide.

'Me nekarî ji bo Rêbertî bi qasî qefesek ax azad bikin'

Suat diyar kir ku ew ji 15'ê Sibata 1999'an û pêve cilên reş li xwe dike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema min bihîst Rêber Apo hatî dîlgirtin û çavên wî hatine girêdan. Min jiyan li xwe heram kir. Heya Rêber Apo azad nebe ez ê cilên reş li ser xwe danenim, ez ê cilên bi renk lixwe nekim. Rêber Apo ji bo tevahiya Kurdan, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîn kir. Lê Tirkiyê ew di nava qefesê de dîldigre. Me gelê Kurd nekarî bi qasî wê qefesê axê azad bikin ku tê de Rêber Apo biparêzin. Sebeba yekemîn em in ku Rêbertî ketiye destên dijmin."

'Em bi ramanên Rêbertiya xwe dijîn'

Suat komploya navnetewî wiha şîrove dike: "Di cîhanê de demokrasî, aştî û wekhevî tine ye. Rêbertî daxwaziya vê dikir, lewma dijîtiya wî kirin. Komplo bi alîkariya Kurdên xwefiroş pêk anîn. Ji Nîsanê heya niha jî hevdîtin bi Rêbertî re çênebûye. Hevalên li wir derxistin. Lê bila dijmin bizani be ku îrade, raman û kesayeta Rêber Apo ya xurt dê biser bikeve. Gerîlla li kêleka Rêbertiya xwe ye. Me hîna bi qasî tayek mûyê jî bersiva keda Rêbertî nedaye, lê em bi ramanên wî re dijîn û têdikoşîn. Em deyndarê Rêbertî ne." Suat wiha dawî li gotina xwe anî, "Roja reş ne tenê 15'ê Sibatê ye. Roja Reş heya Rêbertî azad nebe didome, lê em ê roja dijmin jî reş bikin. Em dest ji azadiya Rêbertiya xwe ber nadin û baweriya me pir mezine ku em bigihêjin wê rojê."

(en/rc)