'Heta azadiya Rêberê me têkoşîn berdewame'

09:09

Gulan Botan/JINHA

QAMİŞLO - Jinên Navenda Asayîşa bajarê Qamişlo komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin; "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê û jinane. Bi slogana 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' pêwîst e hemû jinên Rojhilata Navîn dakevin qadan, ji bo azadiya Rêberê jinan û mirovahiyê çalakiyan mezin bikin."

Jinên Navenda Asayişa Qamişlo ji bo salvegera komploya 15'ê Sibate nirxandin kirin. Endamên Asayîşê diyar kirin ku bila dewlet dev ji vê hişmendiya xwe ya paşverû berde, heta gelê Kurd Rêberê xwe azad neke dê dest ji têkoşînê bernede.

Ji Navenda Asayişa Qamişlo Hesîna Hisên Ehmed bal kişand ser tecrîda girankiri ya ser Rêberê PKK'ê birêz Abdullah Ocalan û wiha axivî; "Di destpêkê de ez komploya Navnetewî şermezar dikim. Tevahiya şehîdên bi şiara 'Kes nikare roniya me tarî bike' de çalakî kirin û tevlî bêdawiyê bûn bi bîrtînim. Di kesayeta Rêbertiya me de xwestin ruhê azadiyê dîl bigrin. Em ji herkesê re dibêjin hêzên deshilat wê nikaribin tucarî ramanên Rêber Apo asteng bikin. Her roj raman, paradîgma û felsefaya wî ya jiyanê li cîhanê zêdetir belav dibe. Eger dewleta Tirk Rêberê me dixe bin tecrîdê ev îsbata lewazbûna wan e. Ji ber ku kesên bêhêz van rêbazan bi kar tînin."

Hesîna destnîşan kir ku bi berxwedanê li Rojava deskeftiyên giring hatine bidestxistin û wiha berdewam kir: "Ev 5 salin li Rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk îlan bûye û tîrejên xwe daye Bakurê Kurdistanê jî. Dewleta Tirk rejîma Bees rexne dikir û digot; 'Civakê bi tang û topan bombabaran dike.' Lê îro heman rêbazê li dijî gelê me li Bakur bi kar tîne. Bila kes nefikire ku gelê Kurd wê gav şûnde bi avejê. Wê nikaribin bi girtîgeh û tecrîda ser Rêber Apo bi sînor bikin. Ew çawa weke raman niha di nav me de ye, emê wisa bikaribin weke fîzîkî jî wî bînin nav xwe. Îro zarokên Kurd bi ramanên Rêbêr Apo çavên xwe vedikin. Em wek jin wek asayîşa jin a Qamişlo dewleta Tirk û hêzên komploger şermezar dikin."

'Jibîrkirin xiyaneta herî mezine li azadiya xwe'

Endama navenda asayîşa Qamişlo Zozan Ebdulmelek jî ji bo salvegera 15'ê Sibatê wiha axivî, "Em wek Asayîşa jinê dibêjin gerek hemû jin vê roja reş şermezar bikin. Çi dibe bila bibe emê bi fikir û ramanên Rêbêr Apo xwe birêxistin bikin. Em êdî dizanin ku jibîrkirin xiyaneta herî mezin e li azadiya xwe. Divê jin tucarî dev ji ramanên azadiyê bernede. Ji ber ku me têkoşîna xwe ji bingeheke saxlem despêkiriye, ew jî ramanên Rêber Apo ne. Çi bibe bila bibe em ê li pey Rêberê xwe bin. Heya em Rêberê xwe azad nekin, her der dibe têkoşîn her der dibe serhildan. Divê hemû jin û ciwanên azadîxwaz vê rojê şermezar bikin û her derê bikin qada cenga azadiyê."

'Azadiya jinê girêdayî azadiya Rêber Apo ye'

Emel Hisên jî bilêv kir ku divê ne tenê jinên kurd hemû jinên Rojhilata Navîn li hember komployê bibin yek û wiha dom kir: "Divê jinên Rojhilata Navîn hemû xwedî li Rêbertî derkevin, ji ber ku me azadiya jinê bi ramanên Rêbertiyê nas kir. Piştî ku min ramanên Rêber Apo nas kir, ez tevlî xebatên Asayîşê bûm. Ji ber ku têkoşîna wî ji bo azadiya jinê û civakê ye."

Emel wiha dom kir; "Ez 15'ê Sibatê şermezar dikim. Em wek jinên Rojhilata Navîn dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêbêr Apo azad bibe. Ez weke jineke Ereb bang li hemû jinên Rojhilata Navîn dikim da ku dengê xwe li hember vê komploye bilind bikin. Ji ber ku azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve giredayî ye, em ê têkoşîna xwe ranewestînin heya azadiyê."

Mîhan Fehro jî da zanîn ku dê komplo bi têkoşînê vala bê derxistin û wiha domand: "Ez komployê bi tundî şermezar dikim. Ji bo azadiya Rêber Apo bêguman têkoşîn û rêxistinbûyîneke hîna xurtir lazim e. Ji bo azadiya hemû gelên bindest jî azadiya Rêber Apo pêwîst e. Heya ku Rêber Apo azad nebe em wek jin têkoşîna xwe bidomînin û emê têkoşîna xwe hîna bilindtir bikin."

(hs/zt)