Pêşangeha wêneyên jinên Şengalê
09:09
Şengar Biradost/JINHA
SİLÊMANÎ - Jinên Şengalê pêşengha wêneyan vekirin û diyar kirin ku ew dixwazin bi destê xwe hovêtiya li Şengalê hatî kirin nîşanî Cîhanê bidin.
Komek jinên Şengalê a ji 12 jinên ciwan pêktê fêrî hunera wênekişanê bûne. Jinan bi wêneyên xwe komkujiya ser Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî kirin nîşan dan. 4 jinên di nava koma jinên pêşangeh amadekirine de, bi wêneyên ku bi destê xwe kişandibûn tevlî konfiransa navnetewî ya Êzdiyan bûn. Jinên pêşangeha wêneyan vekirine dan zanîn ku tenê jinên Şengalê karin êşa Şengalê bînin ziman.
Ji jinên pêşangeha wêneyan vekirî Xewla Şeme Hesen bilêv kir ku ewê hovîtiya ser jinên Şengalê hatî bi wêneyên xwe nîşanî hemû cîhanê bidin û wiha berdewam kir: "Em bi rêya wêneyan dixwazin çanda xwe, êşa jinan û peyama Êzîdiyan bigînin tevahî cîhanê. Ji ber ku me pir zehmetî di dema fermana ser Şengalê de kişand. Niha pirsgirêka jinan û gel pir zêdeye ji bo wê jî niha em vî karî dikin û ev kar di nav jinên Êzîdî de pir kême."
Zîne Salim jî jinek din ya wêne kêşe û derbarê karên xwe de wiha axivî: "Ez bi wan wêneyên xwe jiyana zehmet ya rojane didim nîşandan. Armanca me ewe ku em bi destê xwe wêneyên jiyana Êzdiyan ji mirovahiyê re nîşan bidin."
(zt)