Berjîn bi evîna berxwedanê çû wergeha Zînê
09:10
JINHA
MÊRDÎN – Di encama komkujiyên dewleta tirk ên li Cizîrê de heta niha cenazeyê 120 kesan ji 3 avahiyên li taxên Cudî û Sûrê hatin girtin. Ji van kesan yek jî Berjîn Demîrkaya bû ku heta niha xeber jê nehatiye girtin. Ciwana leheng a gelê kurd ku di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, her tim di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cih digire. Berjîn herî dawî di nav xebatên Kongreya Jinên Azad de cih digire û pêşengiya azadiya jinê û têkoşîna gelê kurd dimeşand.
Yek ji leheng an go cangoriya ‘wahşeta jêrzemînê’ ya ewil a ku li Cizîra Botanê pêkhat jî jina bi navê Berjîn Demîrkaya bû. Berjîn ji bo ku li hember zilm û zordariya li ser gelê kurd pêk tê tehamûl nekiriye û wîjdanê wê qebul nekiriye berî xwe dide Cizîrê di nav berxwedana gel de cih digire. Berjîn a ku bi xwendin û hezkiriya pirtûkan tê nasîn her tim ji derdora xwe re gotina helbestvan Cegerxîn a “Em nebi yek em ê herin yek bi yek” bibîr xistiye û bi daxwaza ew çand û nirxên gel azad bikin tevlî xebatên têkoşîna azadiyê bûye.
18 rojan li benda tedawiyê man
Di êrîşên tevkujiyê û komkujiyên dewleta tirk ên li Cizîrê de gelek lehengên gelê kurd jiyana xwe ji dest dan. Di sê bînayan de heta niha 120 cenaze hatin derxistin. Ji kesên di avahiyan de bi awayek birîndar asê mayî jî aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Berjîn Demîrkaya bû. Ji Berjîn ku di jêrzemîna 15 birîndar û 9 kes alîkariya wan dikirin de bû, 18 rojan asê man. Piştî komkujiya li avahiyê pêk hatî heta niha agahî ji Berjîn nayê girtin.
Rawestgeha berxwedana wê ya dawî bû Cizîr
Berjîn li gundê Madirakê yê bi ser navçeya Tekmana Erziromê ve di sala 1990’î de çavê li xwe jiyanê vedike. Demîrkaya heta temenê xwe yê ciwantiyê li gund li cem malbata xwe mezin dibe. Berjîn li gund bi derfetên xwe û ji kesên derdora xwe bi rêxistin dibe. Berjîn, piştî têkoşîna azadiyê nas dike bi xwendinek şev û rojê xwe di warê felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş dixe. Piştî ku baş têkoşîna azadiyê nas dike, 4 sal berê tevlî xebatên partiyê û ciwanan dibe.
Bi evîna berxwedanê çû wergeha Zînê
Berjîn ku navê bedewiya qehremaniyê li Cizîra Botan nivîsand, piştî ku ji xweza û zozanên gundê xwe vediqete li gelek bajarên Bakûrê Kurdîstanê xebatên xwe yên siyasî dide meşandin. Herî dawî jî li hember zilmê di pêvajoya berxwedana xweseriyê de berî xwe dide warê Mem û Zînê Cizîra Botan û li vir li ba berxwedana gel cih digire û bi şev û roj dixebite.
Li hember qetlîama wîjdana wê ne rehet bûye
Berjîn dema tevlî xebatên têkoşîna azadiyê dibe ji malbata xwe re gotinên, “Ev nikarim vê zilm û polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê xwe qebul bikim. Li hember qetliyama li ser jin û zarokan nema ku tehamûl û wîjdanê min qebûl dike” tîne ziman û biryara tevlîbûna xebatan dide. Bavê Berjîn, Mewlûd Demîrkaya behsa jiyan û serpêhatiyên keça xwe kir.
‘Bi xwendinê têkoşîna azadiyê nas dike’
Bavê Berjîn, Mewlud Demîrkaya diyar kir ku keça wî di jiyanê de herî tişta jê hez dikir xwendina pirtûkan bû û wiha got: “Her tim pirtûk dixwend û xwe bi rêxistin dikir. Her dixwest bi xwendina pirtûkan xwe li pêş bixe. Min jê re gelek pirtûk dianî malê. Ji ber ku ramana têkoşîna azadiyê nas kir, tevlî xebatan bû. Her tim digot ‘eger ku ez xebatê bidim meşandin, ez ê xwedî wîjdan bim.’ Her tim ji malbatê re digot ‘wîjdana dewletê nîne.’ Jinek pir zîrek û bi aqil bû. Her tim li hember cehaletê derdiket. Kesên li xwe îxanet dikirin û partiyên pergalê destek dikirin, dixwest wan bi rêxistin bike.”
Berjîn her tim gotiye ‘Em nebin yek em ê biçin yek bi yek’
Mewlud destnîşan kir ku Berjîn kesek li çand, xweza, dîrok, ziman û nirxên xwe xwedî derdiket û got ku keça wî ji wan re her tim gotiye ku ew têkoşîn bikin dê maf û hiqûqê xwe qezenç bikin. Mewlud anî ziman ku Berjîn ji wan re gotiye eger ku ew bi çanda xwe bijîn û bi zimanê xwe bixwînin dê ji her derdê xwe re derman bibînin û wiha got: “Tenê meqsedek wê hebû ku gel bigîje azadiya çand û zimanê xwe û mafê xwe yê rewa bi dest bixe. Herî zêde pirtûkên Seydayê Cegerxwîn û Apê Musa xwendibû û pir ji wan hez dikir. Berjîn jî wek Seydayê Cegerxîn digot, ‘Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek.’ Her tim vê gotinê bi bîra gel dixist.”
Salek berê me wê dîtibû
Mewlud bilêv kir ku wan herî dawî salek berê dema Berjîn ji bo dermankirina nexweşiyek xwe çûye cem wan dîtine û got ku piştî Berjîn dermankirinê wê xelas bûye dîsa dest bi xebatên xwe kir. Mewlud destnîşan kir ku her dawî jî wan bi rêya têlofonê bihîstiye ku Berjîn li Cizîrê dixebite.
(ekîp/zt)