Li nava taxên Hezexê pevçun belav dibe
09:13
Sibat
15
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li Hezexê piştî ku hêzên dewletê êrîşî taxan kirin hêzên YPS û YPS-Jin bersiv dan, li ser vê pevçûnan dest pê kir.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsên ku li taxa Atakentê bi cih bûne bi wesayîtên zirxî taxa Turgut Ozal gulebaran kirin. Li ser êrîşa hêzên dewletê, hêzên YPS û YPS-Jin jî bersiv dan. Piştî vê li navçeyê pevçûnan dest pê kir. Li navçeya ku pevçûn berdewam dike, tevgera amûrên hewayê yên bê mirov heye.
(zt)