Meclisa Jinên Şengalê 15'ê Sibatê şermezar kir
10:06
JINHA
ŞENGAL - Meclisa Jinên Êzidi yên li Çiyayê Şengalê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê li ser piyanin û gotin: "Em vê yekê baş dizanin, yê me ji fermanê xilas kir û xwedî derket Rêbêr Apo bu. Em deyndarê Rêbêr Apo ne. Em wek jinên Êzidî ji bo ku vê komploya navnetewî vala derxînin divê em yekitiya xwe xurttir bikin. Ev misyona me ya yekemin e.
Meclisa Jinên Êzidi yên li Çiyayê Şengalê ji bo salvegera komploya 15 Sibatê ya ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatî kirin daxuyaniyek niviski dan. Di daxuyaniyê de bal dikişînina ser hezên ku destê wan di vê komployê de hene û wiha hat gotin; "Em di seri de hêzên ku destên wan di komployê de hene ku Rêberê me radestî Tirkiye kirin em wana şermezar dikin. Ji xwe ev 18 sale ku Rêberê me di girava Îmralî de tê ragirtin. Bila Dewleta Tirk vê yekê baş zanibin, dibe ku Reberê me bi fiziki di nav çar diwarê giravê debe, lê belê tu carî dil, meji û ramanê wî dil ne hatiye girtin û hertim felsefeya wî ya azadî ye deng vedaye cîhanê.
Dewleta Tirk tecrîda girankiri ser Rêberê me didê meşandin, tirsek pir mezin a wan ji pêşditinê Rêber Apo heye. Ji ber Rêberê me xeteriyên ku li ser Rojhilata Navin hene bi baldar tine ziman. Ji xwe Komplo û rewşa niha li Bakurê Kurdistanê tê jiyankirin em nikarin ji hevdu qut dest bigirin. Ev komploya navnetewî ku dewleta faşist li hemberi gelê Kurd daye despê kirin, ji bo tune kirina Kurdan komsetekê nuye.
Em vê yekê baş dizanin, yê me ji fermanê xilas kir û xwedî derket Rêbêr Apo bu. Em deyndarê Rêbêr Apo ne. Em wek jinên Êzidî ji bo ku vê komploya navnetewî vala derxînin divê em yekitiya xwe xurttir bikin. Ev misyona me ya yekemin e.
Em bang li hemu mirovahiya xwedi ehlaq û rumet dikin; tu carî vê roja reş ya 15 Sibatê tecrida girankiri ya ser Rêberê me ku nunerê azadiye em ne pejirînin. Her kesê ku dibêje ez heme, pewiste li hemberi vê bê rumetiyê rabe ser piya û dengê xwe bilind bike. Em berxwedaniyê mezin bikin. Em bibin xwedî helwestên bi biryar. Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya hemu mirovahiyê ye. Biji Rêber Apo, Bimre hezên komploger Erdogan-DAİŞ û Bijî berxwedana Gelê Bakur, Rojava û Şengal"
(ja/zt)