Meclisa Jinên Şengalê ji bo jinên hatine qetilkirin soza tekoşînê dan

10:07

JINHA

ŞENGAL - Meclisa Jinên Şengalê bertek nîşanî qetilkirina jinan û tazîkirina bedena wan da û diyar kir ku dê hesabê komkujiyê bê pirsîn û soza bilind kirina tekoşînê dan.

Meclisa Jinên Şengalê di derbarê êrîşên ser navend û navçeyên Bakurê Kurdistanê de daxuyanî da got: "Li hemberî wê gelê kurd bi berxwedan û tekoşînê di Rojhilata Navîn de her dem hebûna xwe parastiye. Weke Rojava û Şengalê niha Bakurê Kurdistanê jî di berxwedanê deye.

'Her dem berxwedana kurdan bûye hedef'

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku her dem ser gelên Rojhilata Navîn û tayîbetî jî ser gelê kurd êrîş hene û wiha berdewam kir: "Her dem dewleta tirkan-Erdogan û hevkarê wan DAIŞ her dem berxwedana gelê kurd hedef girtine. Li ser gelê kurd hovîtiyê dikin, li Cizîr, Silopî, Mêrdîn, Amed, Sur û wekedinê."

'Dewleta Tirkiyê li hember gelê kurd komkujiyan dike'

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku herî zêde êrîşî jinan dikin û wiha dom kir: "Berê jî dewleta tirk milîtana YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) bi îskencê qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî kirin. Niha jî li Cizîrê jinek a hîna navê wê nehatî zanîn bi heman hovîktiyê qetilkirin û bedena wê tazî kirin. Ger qetilkirina jinan, cenazêeyên wan tazîkirin, îskence kirin û ser poz dayîn wêne kêşan û ser mediyayê belavkirin hovîtî nebe wê demê çiye? Ne bê ehlaqî be çiye? Şikandina vînê nebe çiye?"

'Yan Cizîr yan jî Uşak!'

Di daxiyaniyê de bersiva gotinên Waliyê Şirnexê Ali İhsan ya ew wêne ne li Cizîrê li deverekdinê hatiye kêşan hat dayîn û wiha hat gotin: "Yan Cizîr, yan Uşak, yan İran û yan jî Kanada çî ferq dike, jinek bi îskencê qetilkirine, bedena wê tazîkirine û avêtine kolanê. Ew wêne hişmendiya Erdogan radixe berçavan. Ti ferqa wan ji DAIŞ'ê nîne. Çawan çeteyên DAIŞ'ê jinên Şengalê revandin, qetilkirin, firotin û bi her awayî tecawîz kirin, dewleta Tirkiyê û Erdogan ti ferqa wan ji DAIŞ'ê nîne. Ji xwe bi wêneyê li Cizîrê derketî holê re êdî baş dide nîşandan ku ferq di nava wan de nîne. Yanî Erdogan=DAIŞ e.

Dê hesabê wan hemû qetilkirinên jinan bê pirsîn û tola wan bê hilanîn."

(ja/zt)