Dayîkên Aştiyê: Jina ku bedena wê ji bo tehşîrkirinê tazî kirî taca serê meye
10:39
JINHA
AMED - Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê ku li hember komploya navnetewiya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin rojek ketîn gireva birçîbûnê bertek nîşanî qetilkirina jina li Cizîrê ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazîkirin dan û gotin: "Jina ku we ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî kirî taca serê me ye."
Meclîsa Dayîkê Aştiyê ya Amedê ji bo komploya navnetewî û şermêzar kirina wahşete Cizîrê rojekê dest bi gireva birçî bûnêkirin. Şeva dinê Dayîkên Aştiyê gireva girçî bûnê bidawî kirin. Îro jî li hember kompolya navnetewiya girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rojek dest bi gireva birçî bûnê kirin. Ji Darîkên Aştiyê Kudret Egîlmez got: "Hemî Dayikên Aştiyê îro ji bo komploya navnetewî di gireva birçîbûnê denin. Ji bo kurdan 15 Sibatê rojek tariye. Eger bi girtina Rebêrê me dixawazin me û rêxistina me xilasbikin, şaşin ticar em xilas nabin."
'Jina ku bedana wê ji bo tehşîrkirinê tazî kirî taca sere me ye'
Dayîka Aştiyê Kudret destnîşan kir ku niha heman hêzên komploger ser gelê kurd komkujiyan didin meşandin û wiha pede çû: "Bi tang û topan di kevin nav axên me. Zarokên me ku ne hatin dinê qatildikin. Va qatlîama ji bo me bi tirsenin dikin, lê em hîn zêdetir bi hêrs û bi qawet dibin. Ez fêm nakin bi îşkenca cenazeyan wê çi gihe destê wan? Ew jina ku bedana wê ji bo tehşîrkirinê tazîkirin vîn û taca serê meye. Ev ji bo wan namîne hunê rojekê hesabê van wahşet û qatlîaman bidin."
Dayîka Aştiyê Murvet Demîr jî komploya navnêwî lanet kir û wiha got: "Bila êdî zarok nemirin bila aştî were. Li Cizîrê bi sedan mirovên me hatin şewitan din. Sax mirov şewitandin. Bi rojan li benda ambulansê man lê ji qest ew ciwan qatilkirin. Dewlet me wek walatiyê xwe nabî ne, em dewletê ji ber komplo û qatlîama şermêzar dikin."
'Em li Kobanê bi ser ketin, emê li vir jî bi ser kevin'
Dayika Aştiyê Havva Kiran jî ciwanên li pişt hendakan silav kir û wiha axivî: "Ev şer dişibe şerê Kobanê. Gelê kurd li Kobanê çawa bi ser ket dê li vir jî bi ser kevin. Dewleta tirk wek DAÎŞ'ê wahşete dike. Em wek dayik emê liba zarokên xwe bin. Zarokên me jî ticar ji dewleta tirk na tirsin. Gelê têkoşer ticar têknaçe. Li Kurdistanê ji zarokan heya dayîkan di berxwedanê denin. Ev gel wê ticar li hember zilmê serî ne tawîne."
(dt/zt)