Zarokên di sêgoşeya şer, koçberî û kaputalîzmê de tên perçiqandin…
11:14
Piroz Zırıg/JINHA
DİLOK- Temenê zarokên ku ser wan mêtîngeriya kedê tê kirin li Dîlokê her diçe tê xwarê. Êdî li kolanan gengaze ku mirov rastî zarokên 5 salî dixebitin bê. Li kolanên Dîlokê tenê sê ji wan zarokan Huseyîn, Zeynep û Îbrahîm yên ku kaxezan kom dikin û li ber çavê hovîtiya pergalê keda wan tê mêtînger kirin.
Her çikas navê Dîlokê bi sanayî yê pêşketi be jî keda zarokan te mêtîngerkirin. Ji ber şerê navxweyiyê Suriyê gelek penaber derbazî Tirkiyê bûne. Ev dibe sedama karkerên zarok zêde bidin û wek bajarê Dîloke zarokên ku ji Suriyê penaberî Tirkiyê bûn jiyanek zehmet derbas dikin. Berî 6 heyva li Dîlokê zarokên temenê wan 13-14 salî kaxazan kom dikin îro temêne wan bûye 10 salî. Zarok neçar di mînin ku gerok û kaxaza kom bikin.
Ji xweynî nav û pişnavê xwe bersiva tiştekê nadin
Huseynê 5 salî ji temenê xwe bêhtir rahiştiye çuwalek giran û li kolanên Dîlokê kaxezan kim dike. Mirov ber bi Parqa Kirkaya, Yeşîlsu û nava bazara Dîlokê ve biçe dê bi dehan Huseyîn bibî ne. Huseyîn hîn dest bi dibistanê nekiriyê li kolanên bajarê mezin kaxizan kom dike. Gava me ji Huseyîn pirs dikir jî bersiv ne dida hema peyva pêşî nav û paşnavê xwe di got û destnîşan kir ku birayên wî jî dixebitin ji wê zêdetir tiştek negot.
'Jiyana Zeynep jî weke ya Huseyîn e'
Zeynep a 5 salî jî weke Huseyîn heman jiyanê dijî. Zeynep li Parqa Balikli, ji neçarî karê gerê dike. Ema em li gel peyîvîn û me jê pirs dikir tenê nav û paşnavê xwe di bersivan. Lê ne di got ka çima tê wî karî dike, bersiva nedina.
'Peywira malê li ser milê Îbrahîm e'
Îbrahîmê 10 salî ji li ber deriyê adlîya kevin karê gerê dike. Kêm tirkî zanî bû lê têdigihe. Ew jî ji Suriyê hatine Tirkiyê. Îbrahîm zarokê malê yê mezine. Gotina despêkê ya Îbrahîm ji ber zilam DAIŞ'ê û şer ji Suriyê derbazî Tirkiyê bûne.
(dt/zt)