Tenê 10 cenaze karîn bên teşhîskirin
12:43
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên welatiyên ku li Cizîrê di jêrzemînên hovîtiyê de hatin qetilkirin û birin nexweşxaneyên Sîlopî, Dîlok, Riha û Mêrdînê ji 115 cenazeyan heta niha tenê 10 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin. Cenazeyên ku hatine parçekirin û hatine şewitandin ji bo bên teşhîskirin karên DNA'yê didome.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî jêrzemînên avahiyên li taxê Sûr û Cûdiyê welatiyên ku hatin qetilkirin ji 115 cenazeyên ku piraniya wan hatine şewatindin tenê 10 caneza ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin. Cenazeyên ku sewqî nexweşxaneyên Sîlopî, Mêrdîn, Riha, Dîlokê hatin kirin ji ber ku nikarin bên teşhîskirin ji bo testa DNA'yê ji malbatan nûmûneyên xwînê hatin girtin. Ji 28 cenazeyên ku anîn Rihayê heta niha cenazeyên Sultan Irmak, Fehmî Dînç û Mesût Karşîn piştî otopsiyê teslîmî malbatan hatin kirin.
25 cenazeyên ku otopsiya wan hatin kirin jî 6 cenaze li Nexweşxaneyê Dewletê ya Balikligolê, 13 cenaze yi Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan, 6 cenaze jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê tên rawestandin.
16 cenazeyên li Dîlokê nayê naskirin
20 cenazeyên ku anîn Dîlokê jî tenê 4 cenaze dikarin bên teşhîskirin. 16 cenazeyên din jî ji ber ku bi awayeke hovane hatine şewitandin nikarin bên naskirin. Malbatên ku li ser îhtîmala xizmên wan hene tên nexweşxaneyê tên wêneyên 4 kesan tên nîşandan û tê xwestin teşhîs bikin. Nasnameyên cenazeyên din jî dê di encama testa DNA'yê de bên diyarkirin.
Li Sîlopiyê 48 cenaze tê rawestandin.
Dîsa li jêrzemîna hovîtiyê 50 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya derbasdar li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye avakirin. Ji wan tenê cenazeyên Abdulselam Turgut û Murat Kazici hatin teşhîskirin û ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. 48 cenaze ji ber ku hatine parçekirin û hatine şewitandin nikarin bên teşhîskirin. Hate hînbûn ku dê bi testa DNA û şopên tiliyan ve cenaze bên teşhîskirin.
Li Mêrdînê 2 cenaze hatin teşhîskirin
Ji 17 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, cenazeyên Ekrem Sevîlgen, Serdar Ozbek û Mehmet Benzer berê hatibûn teşhîskirin û teslîmî malbatan hatibûn kiribûn. Îro jî ji 14 cenazeyan 2 cenaze piştî ku ji şopên tiliyan hatin teşhîskirin. Hate hinbûn ku cenaze aydî Tajdîn Merse (22), Mehmet Dalmiş (31) in. Li bendê ye ku cenazeyên Merse û Dalmiş bibin Cizîrê.
Ji bo teşhîskirina 12 cenazeyan testa DNA tê kirin. Heta niha ji 68 malbatan ji bo testê nûmûneyên xwînê hate wergirtin.
Herî kêm 199 kes hatin qetilkirin
Li bajar di êrîşên ku ji aliyê hêzên dewletê ve ev 2 meh in berdewam dike de beriya 115 cenazeyên ji jêrzemînên hovîtiyê hatin derxsitn 84 kes jî hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatin qetilkirin de zaroka 3 mehî ya bi navê Mîray û 3 zarokên ku di zikên dayikên xwe de jî hatibûn qetilkirin.
Ji ber polîtîkaya reşkirinê ya dewletê der barê qatlîamê de agahiyên zelal nikarin bên girtin.
(zt)