Li Dirbesiyê jî jiyan hat rawerstandin

12:46

JINHA

DIRBESIYÊ - Li Dirbesiyê ji bo şermezarkirina komploya Navnetewî ya15'ê Sibatê jiyan hat rawestandin.

Bajarê Dirbesiyê jî di salvegera komploya 15'ê Sibatê de tevlî boykuta giştî a li Kurdistanê bû û dikan nehatin vekirin, sazî û dibistan tev girtî ne. Jiyan li Dibesiyê jî rawestiya ye. Niştecihên bajarê Dirbesiyê bi mebesta şermezarkirina komploya Navnetewî ku wek Roja Reş binav dibe, kolan û cade vala kirin. Bi taybat jin ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin cilên reş li xwe kirine. Piraniya gel jî bi rojiyê vê rojê protesto dikin. Dê ev çalekî heya êvarî bidome.

(şa/en/zt)