Jiyanek ku dorpêça dewlet û malbatê şikandiye…
12:57
Şehriban Aslan / JINHA
AMED – Zerya ku di zarokatiya xwe de bi zewaca berdêlî bi zorê hatiye zewicandin, li gel hemû tiştên neyînî ku jiyan kire, yek ji jinên ku têkoşînê dide ye. Zerya ku di jiyana xwe de tu car hêviya xwe winda nekiriye, daxwaza wê ya herîm ezin jî ew ku jin her tim bi hêz bibin.
Jinên ku li Kurdistanê dijîn hem rastî çewisandina dewletê û hem jî ya fedoltiyê hatine, ji ber wê jî têkoşîna du alî didin. Ji van jinan yek ji Zerya Y. ku berê li navçeya Dîcleya Amedê jiyan kiriye û piştre jî hatiye Amedê ye. Zerya li dijî dorpêça du alî mînaka têkoşînek bêhempa ye. Zerya hem li dijî malbata zilamekî ku bi darê zorê pêra dane jiyîn û hem jî di salên 1990’î de li dijî polîtîkayên dewletê ya zilmê têkoşînê daye. Zerya ku bi berdêlî bi dorê hatiye zewicandin, destpêkê fikra întixare pê re çêbûye, lê piştre fêm kiriye ku întixar çare nîne li dijî jiyanê hêviya xwe winda nekiriye di rêya xwe ya jiyanê de berdewam kiriye.
‘Malbat biryar girtin û pêk anîn’
Zerya anî ziman ku di 15 saliya xwe de bi zilamekî ku di temenê wê de bûye bi zorê pê re wê dane jiyîn û wiha got: “Min hêj nizanibû ka zewac çiye. Zewac ji min re wekî lîstikê dihat. Dema min dan zewicandin ne ji min pirsîn û ne jî kesê ku ez pê re zewicîm. Malbat biryarek bi vî rengî girtin û pêk anîn. Ger ku min berê wekî niha bifikiriya ez ê biçûma serê çiya. Lê ji ber ku ez nizanibûm çawa biçim, ji ber wê nekarîbûm biçim. Yek ji sedema ku ez neçûm jî, di wê demê de di wê demê de piranîya kontrogerilayên ku wekî MÎT’ê dihatin bin avkirin. Ger ez biçûyam jî beriya ku ez bigihîştama cihê xwe dê ez ê jî rasti cînayetek ku kiryarê we nedare bihatama.”
‘Malbata hevjina min, min nedixwest’
Zerya da zanîn ku wê rojê herî nexweş bi malbata hevjinê xwe re jiyan kiriye û wiha dom kir: “Piştî ku ez zewicîm malbata hevjina min, min nexwest. Weki ku ew nexwestine min berdêl bikin. Xwarinê jî nedidan min. Serê sibê saet ji 05.00’an û heta 19.00’an ji bo alîkariyê bidim xwezûrê xwe min genim berhev dikir. Ji serê sibê heta êvarê ez dixebitiyam û min bê av û birçî dihîştin. Li wê malê jiyîn ji bo min wekî îşkenceyê bû. Malbat ji hevjinê min re digot ‘ya tû yê ji vê jinê veqetî yan jî tuyê ji vê malê biçî. Piştre em ji malê veqetiyan.”
‘Me hêvî dikir ku em rastî gerîlayan bihatana’
Zerya da zanîn ku dema ew ji malê veqetiyan nîvê şevê bûye û endamên MÎT’ê li gundê wan digeriyan û wiha pêda çû: “Me hemû zehmetiyan da ber çavan û di wê sermayê de bi şimikan derketin rê. Di wê demê de jî ajanên MÎT’ê û leşker bi ser gundan de digirtin û gundiyan qetil dikirin. Ger em rastî gerîlayan bihatana em ê pir bi şans bûye, lê ger em rastî leşkeran jî bihatana em ê bihatana qetilkirin. Şevekê heta serê sibê ji bo leşker biçin em di bin kendalekî de bûn. Serê sibê dema leşker çûn em dîsa ketin rê. Li gel hemû zehmetiyan em gihîştin navenda bajêr.”
‘Me ji nû ve dest ji jiyanê kir’
Zerya anî ziman piştî ku ew gihîştine navendê ji nû ve dest bi jiyanê kirine û wiha bi lêv kir: “Em ketin xaniyek kirê û çen alavên xwerinê ji xwe re girtin. Piştî min têkoşîna ku li hemberî malbata dewlet da meşandin bi rêxistin kir. Çend amûrên ku ji bo malê stendibû, dema HADEP nû ava bû me bir wêderê. Wêderê cihê hevpar ê gel bû. Mala me tunebûyan jî dibû lê wêderê cihê gel yê hevpar bû. Me jî wêdere wekî mala xwe dizanibû. Ez û hevjinê xwe piştî ku me karê xwe xilas dikir em diçûn wêderê û dest bi xebatan dikir. Ji ber ku em di xebatan de bûn em rastî gelek çewisandinan hatin. Lê me tu car dest ji rêya xwe berneda.”
Zerya diyar kir ku jin kîngê bixwazin dikarin xwe ji hemû zehmetiyan rizgar bikin û herî dawî wiha got: “Ger jin bi hêz û bi hêvî bid dê bandora xwe li ser derdora xwe jî bikin. Hêzbûn û li ser piya sekinandina jinan tê wateya ku civak li ser piyan dikare biksekine. Li gel êşên ku men ewqas jiyan kir jî dîsa jî min dest ji jiyanê berneda. Li gel ewqas zehmetiyan jî min tu car hêviyên xwe winda nekir. Divê jin tu car hêviyên xwe winda nekin.”
(go)