Jinên ciwanên Hesekê di gireva birçîbûnê denin
13:05
Gulîstan Bekir-Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ- Di 17'emîn salvegera komploya nanetewî de, li Hesekê jiyan rawestandin, jinên ciwan ên bajarê jî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê li weke hemû bajarên Kurdistanê li Hesekê jî jiyan hat sekinandin, hemû karmendan karê xwe rawestandin, hemû saziyan, dibistan betlane dane, jinên ciwan jî ketin greva birçîbûnê. Jinên ciwan li bajarê Hesekê çalekiya xwe û nêrînên xwe di derbarê komployê de ji nêrîn û hestên xwe anîn ziman.
Rêvebera jinên ciwan Albîn Ehmed wiha got: "Em ji hemû hêzên komploger re dibêjin ku hûn nikarin roja me tarî bikin, hûn tucarî nikarin vîna me û Rêbertiya me bişkînin. Em ne tenê rojekê dikevin greva birçîbûnê, heger were xwestin em ê ji bo Rêberê xwe heya asta şehadetê jî têkevin greva birçîbûnê."
Jina ciwan Şêrîn Mihemed jî komplo şermezar kir û wiha axivî: "Em îro ji bo şermezarkirina komplo ketine greva birçîbûnê. Bila dijmin bizane ku em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her cure fedekariyê bikin. Azadiya me kurdan di felsefeya Rêberê me de veşartiye. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelên bindest, azadîxwaz û jinan e. Heya ji me were em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêberê mirovahiyê bidomînin û serkeftinê bi dest bixînin. Dilê Kurdan li Îmraliyê lêdide."
(hs/zt)