Xwendekarên jin ên hatin binçavkirin rastî tacîza polîsa hatin

13:49

JINHA

ENQERE - 16 xwendakarên jin ên Zanîngiha Enqerê ku li Kampusa Cebecî li hember meyzekirina nasnameya hatin binçavkirin. Polîsan ji jinên xwendekar re gotin; "Emê êvarî hevdu bibînin û hûnê biharê nebînin."

Polîsan li Kampusa Cebeci ya Zanîngiha Enqerê çar jê jin û tevde 11 xwendekar xistin nava dorpêçê. Hat zanîn ku hejmara girtiyan gihişt 15 kesan, yên ku hatin binçav kirin navê wan wiha ye: "Jale Şule Tunç, Şeyma Paşayigit, Elif Karakurt, Îlkyaz Gençdal, Ege Şener, Ugur Çelik, Berkay Develioglu, Şîlan Çelik, Hasan Koç, Huseyîn Koç, Gizem Mercan û Ulaşcan Kurt in." Di nav yên hatine binçavkirin de xebatkara çapemeniyê Gozde Çagri jî heye.

Hat zanîn ku di dema binçavkirina jinekê de polîsan ew tacîz kiriye û gotinên weke; "Eme êvarî hevdu bibînin, hunê bihare nebî nin" jê re gotiye. Xwendakar rastî kelepça çep hatin. Xwendekarên binçavkirî birin Muduryeta Cebecî.

(dt/zt)