Li Wanê nobeta aştiyê dawî bû
14:06
JINHA
WAN - Li Wanê ji bo şermezar kirina êrîş û komkojiyên dewleta tirk pêk tîne bo sê rojan nobeta berxwedan û aştiyê pêk berdewam dikir. Bi daxuyanîyekê nobeta aştiyê dawî bû.
Ji bo dawîbûna êrîş û komkujiyên hêzên dewleta tirk ser Kurdistanê bi pêşengiya rexistinên HDP, DBP û KJA yên Wanê sê roj nobeta aştiyê hatibo despêkirin. Bi beşdarbûna endamên rexistinên HDP û DBP'ê yên Artemêtan û Endamên Meclîsan Dayikan Aştiyê ya Wanê nobetê berdewam dikir. Nobet bi daxuyaniyekê dawî bû. Di dawuyaniya dawîkirina nobetê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û da zanîn ku ku ev roj jî bo gelê kurd roja reşe û wiha domand; "Em di zanîn ku hêzên navnedetî Rêberê me radestî Tirkiyê kirin. Emê heya azadiya Rêberê xwe di çalakiyan debin."
Daxuyanî bi tilîlî çepikan dawî bû.
(kom/zt)