Li Wanê bi hezaran kes 15 Sibatê şermezar kir

14:20

JINHA

WAN - Li Wanê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komloya navneteweyî ya 15'ê Sibatê a ku dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, meşiyan.

Li Wanê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komloya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, meşiyan. Meşa ku bi pêşengiya TUYAD- DER'a Wanê hate li dar xistin bi hezar welatî 15'ê Sibatê şermezar kirin. Girseya ku kinçên reş dan ber xwe li Zebze Haliyê li hev civiyan û heya 2 Nîsanê meşiyan. Parmenenterên HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer, Adem Geverî, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KJA, DBP, HDP, Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyan, nûner û rêveberên saziyên sîvîl û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin û bê navber dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo" , "Bicehnîme komploya 15'ê Sibatê" , "Hemû de Sure hemû der serhildane" berz kirin.

Walatiyên ku nikarî bûn tevlî meşê bibin jî di şaneşîn û paceyên avahiyên xwe de piştgiriyê dan meşê. Her wiha wesayîtên di ber meşê de derbas dibûn jî bi qorneyan pîştevaniya meşê kirin. Ciwanan di meşê de bê navber sirûda "Çerxa Şorêşê" gotin û meşa "Çep rast" meşiyan. Pîştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurde jiyana xwe ji dest dan daxuyanî hate xwendin.

Nûnerê TUYAD-DER'ê ya Wanê Emîn Şeker daxuyanî xwend û di serî de komploya 15'ê Sibatê bi tund şermezar kir. Emîn got ku ji ber hikûmeta AKP'ê ji têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse bi mahan e li ser Ocalan polîtîkayek qirêj dide meşandin û li ser gelê kurd şer dide meşandin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî bal kişand li ser têkoşîna gelê kurd a li dijî dewletên desthîlatdar û wiha axivî: "Gelê kurd bi têkoşîna xwe di dîrokê de navê xwe nivîsî. Wek ku tê zanîn gelê kurd ji dîrokê heya niha li hemberî polîtîkayên dewletên desthîlatdar li ber xwe dide û hemû polîtîkayên qirêj pûç derxist. Gelê kurd tenê azadî dixwaze, lê dewlet li hemberî ve daxwazê şer dike û komkujiyên mezin pêk tîne."

Tugba anî ziman ku gelê kurd tu carî ligel komkujî û êrîşan serî danayne û dê heya azadiya xwe bi dest bixwe li ber xwe bide.

Girse pîştî axaftinan belav bû.

(kom/rc)