Maseya Krîzê: Dixwazin ser komkujiyê bigirin bila malbat serlêdan bikin

14:21

JINHA

AMED - Li gorî daneyên Maseya Krîzê hejmara kesên ku li Cizîrê di "jêrzemînên wehşetê" de hatine qetil kirin gihiştiye 145 kesan. Heya niha cenazeyên 10 welatiyan radestî malbatan hatine kirin. Ji 135 cenazayen 25 cenaze li Rihayê, 49 cenaze li Silopiyê, 13 cenaze li Şirnexê, 12 cenaze li Mêrdînê, 16 cenaze li Cizîrê û 20 cenaze jî li Dîlokê ji bo karên otopsiyê têne rawestandin.

Maseya krîzê ya ku ji aliyê DBP, MEYA-DER û MHD'ê ve ji bo tespîtkirina kesên di komkujiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane û karên otopsiyê bi rêk û pêk were meşandin hate avakirin, agahî û daneyên ku heya niha kom kirine li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê bi raya giştî re parve kirin. Li ser navê Maseya Krîzê Hevseroka Şaxa MEYA-DER'a Amedê Ayşe Dîcle axivî û da zanîn ku hejmara kesên ku di komkujiya Cizîrê de hatin qetilkirin gihiştiye 145 kesan. Ayşe bibîrxist ku cenaze, ji bo karên otopsiyê şandine bajarên wek Mêrdîn, Riha, Şirnex, Silopî û Dîlokê û got ku ji ber qedexe û dorpêça li Cizîrê, hin malbat nekarîn mînakên DNA'yê bidin.

'Dixwazin ser komkujî û wehşetê bigirin'

Ayşe bibîrxist ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi hinceta ku teşhîskirina cenazeyan zehmet e daxwaz kiriye ku cenaze bêyî raporên otopsiyê werin defin kirin û wiha got: "Ev daxwaz hewldana sergirtina komkujiya wehşî ye." Dîcle bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî kir ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin.

Mînakên DNA'yê li Mêrdîn û Silopiyê tê girtin

Ayşe da zanîn ku heya niha derdora 200 malbatî ji bo cenazeyan serî li wan dane û destnîşan kir ku dibe sînorên komkujiyê ji texmînan jî zêdetir be. Ayşe anî ziman ku mînakên DNA'yê li Mêrdîn û Silopiyê tê girtin û bang li malbatan kir ku ji bo mînakên DNA'yê bidin serî li maseya krîzê bidin.

Telefona Maseya Krîzê: 0507 960 86 66

Li gor daneyên Maseya Krîzê, hejmara kesên ku di komkujiya Cizîrê de hatin qetilkirin gihiştiye 145 kesan û heya niha cenazeyên 10 welatiyan radestî malbatan hatine kirin. Ji 135 cenazayen 25 cenaze li Rihayê, 49 cenaze li Silopiyê, 13 cenaze li Şirnexê, 12 cenaze li Mêrdînê, 16 cenaze li Cizîrê û 20 cenaze jî li Dîlokê ji bo karên otopsiyê têne rawestandin.

(zt)