Ozgur Gun TV hat girtin

14:29

JINHA

AMED - Ekranên Ozgur Gun TV şevê din ji ber ku RTUK'ê peymana bi saziya têkîldar nû nekir hate tarîkirin.

Ekranên televîzyona Ozgur Gun TV duh bi şev bêyî hişyariyekî hate tarîkirin. Li gorî agahiyên ku rayedarên televîzyonê dane saziya weşerîner a ku girêdayîne ya bi navê DIJIMEDYA û RTUK'ê peyman nû nekirine weşana ji TURKSAT'ê tê kirin bi mecbûrî hatiye rawestandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê hate diyarkirin hewldan didomin.

Kanalê ku nikare weşana peykê bike li ser weşana bejahiyê dikare bê temaşekirin.

(zt)