Li Rezan zaroka 10 salî birîndar kirin

16:16

JINHA

AMED - Di bûyerên piştî protestokirina 15'ê Sibatê li Amedê derketin de zaroka 10 saliya li şaneşîna mala xwe rawestayî bi guleyê birîndarbû.

Li Amedê polîsan êrîşî protestoya komploya 15'ê Sibatê kirin. Di bûyerên piştî êrîşa polîsan derketin de zarokê 10 salî birîndarbû. Bi wesayîtên zirxî û rangeran polîs ketin nava kolanên navçeya Rezan û kolan gulebaran kirin. Li ser Cadeya Senatoyê zaroka 10 salî Ceylan Çakmak a li şaneşîna mala xwe rawestayî di gulebaranê de birîndarbû. Ceylan rakirin Nexweşxana Rezan û girtin bin tedawiyê. Hat zanîn ku rewşa Ceylan girane.

(zt)