Ciwanên Sîneyê komploya 15'ê Sibatê şermezarkirin

16:47

JINHA

SÎNE - Komek ji ciwanên bajarê Sine li nêzî bajêr li hev civiyan û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Koma ciwanan ku xwe wek ciwanên şoreşger ên Sine, komîteya Şehîd Bêrîvan bi nav kirin, li nêzî bajêr kombûn û komlpoya navnetewî şermezar kirin. Ciwanan bi dirşûmeyan komplo şermezar kirin û herwiha piştgiriya xwe ya ji bo Bakûrê Kurdistanê ragihandin. Ciwanan danzanîn ku ew wek ciwanên Rojhilat amade ne li kêleka berxwedaniya YPS û YPS-JIN cih bigrin.

Ciwanên Sine ji hemû ciwanên Rojhilat xwestin ku wek berxwedana Kobanê ji bo têkbirina Komploya navnetewî û li dijî faşîzma hêzên dewleta tirk tevlî berxwedana YPS û YPS-JIN bibin.

(zt)