Ciwanên Efrînê bi meşek komplo şermezar kirin

19:02

JINHA

EFRÎN- Tevgera Ciwanên Rojava meşa ku duh ji Efrînê ber bi navçeya Raco destpêkiribû îro bi encam bû.

Bi armanca protestokirina komploya navnetewî Tevgera Ciwanên Rojava li Kantona Efrînê meşek du rojan organîze kir. Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Efrînê destpêkiribû û îro bi tevlîbûna sedan ciwanan li Raco bi encam bû. Bi hezaran niştecihên Kantona Efrînê li Stadyoma Medya ya navçeya Raco pêşwaziya ciwanan kirin.

Di ketina navçeya Raco re girseyeke berfireh a gel jî tevlî meşa ciwanan bûn û ji saheya Newrozê heya stadyoma Medya meşeke hevbeş hate pêşxistin.
Çalakvanan alên reş, posterên Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan, alên PYD, Yekîtiya Star, Yekîtiya Ciwanan, TEV-DEM û pankartên ku komploya li ser Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan şermezar dikir, hilgirtin. Ji 7 salî heya 70 salî tevlî meşê bibûn. Ciwan bi dİruşmeyan ketin stadyoma Medya, piştî deqîqeyekê rêzgirtinê axaftin derbarê rojê de hatin kirin. Rêvebera Yekîtiya Star Zelal Cîger, Şaziye Îbarhîm ji rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan, Dr. Osman Şêx Îsa bi ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Mistefa Hesen bi ser navê TEV-Dem'ê, bi ser navê Tevgera Ciwanên Rojava jî Şahîn Cûdî, herwiha Serokê Desteya Parastinê Ebdu Îbrahîm axaftin kirin.

Di tevahiya axaftinan de komploya Navnetewî hate şermezarkirin û bangewaziya bilindkirina têkoşîne hate ziman. Diruşmeyên 'Bijî Rêber Apo', 'Bijî Berxwedana Bakûr' hate berzkirin û çalekvanan bi tîlîliyên xwe nerazîbûna xwe li dijî komployê diyar kirin.

(fr/jh/rc)