Jinên Rojava êrîşên hember jin û gelê sivîl şermezar kirin
09:02
Şînda Abdullah /JINHA
DIRBÊSIYÊ - Jinên bajarê Dirbêsiyê êrîşên hember jin yê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana jinan pîroz kirin.
Konsepta şer a hikûmeta AKP'ê yê ku li hember gelê Kurd daye despêkirin rastî bertekên dijwar tê. Jinên Rojava hember teşîrkirina bedenê jinan û êrîşên hovane ya ku li Cizîrê pêk hatî bertekên xwe anîn ziman. Jina bi navê Asya Ismaîl, derbarê êrîşa dewleta Tirkiyê de wiha got, "Em wekî jinên Rojava êrîşên ku AKP'ê hember gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê pêk tîne bi tundî şermezar dikin. Îro li ser bedena jinan êrîşên hovanê pêk tên, em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku êdî van komkujiyan bi dawî bikin. Îro hovîtiyeke bê sînor li wir tê jiyandin. Hêviya me ew e ku êdî her miroveke kurd jî vegere ser xaka xwe û xwedî li şoreşa xwe derkeve."
Sûriye Mihemed jî wiha got, "Dewleta Tirkiyê bingehê xwe li ser kuştina mirovan ava kiriye, bi taybet di encama kuştina Kurdan de xwe gihandiye vê astê, me dît çawa bi destê DAÎŞ'ê êrîşî Rojava kir û hemû rêbazên hovîtiyê li hember me bikar anî, îro li Bakur jî heman rêbazî dide meşandin. Bi aweyek hovane mirovên sivîl qetil dike, dixwazin gelê Kurd tune bikin. Careke din nasnameya Kurd bide wenda kirin, lê bila çavên xwe baş vekin, em ne kurdên berê ne, em îro şiyar bûne, êdî tu kes nikare çavên me bigire. Em wekî jinên Rojava berxwedana Cizîra Botan, Gever, Amed, Silopî û hemû gund û bajarên Bakûr silav dikin, berxwedaniya YPS, YPS'ê-JIN pîroz dikin, em ê bi hemû hêza xwe heya dawiyê piştgiriya wan bikin."
'Dewleta Tirkiyê di encama komployan de hatiye avakirin'
Jinek din jî bi navê Hemdiye Kûtê derbarê van êrîşan de hestên xwe anî ziman: "Komployên hêzên dijber li ser gelê kurd her di dîrokê de berdewam dikin. Dewleta Tirkiyê jî ku di encama komployê de hatiye avakirin, îro careke din li hember gelê kurd hemû hovîtiyê nîşan dide. Em wekî jinên Rojava û dayîkên şehîdan berxwedana gelê xwe yê Bakur silav dikin. Em soz didin ku heya dawiyê em bi dil û can bi wan re bin, em ê her dem li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û tucarî ji şopa şehîdên xwe venagerin."
(hs/rc)