Xeyalê jinên Rojava vegera axên azad e

09:07

Filîz Zeyrek /JINHA

EDENE - Malbatên ku neçar mane ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê bên Edenê, ligel tinebûna pêdiviyên jiyanê têkoşîna jiyanê di bin konên naylon de didin. Jinên Rojava diyar kirin ku zarokên wan ji sermayê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin û gotin xeyalê wan vegera axên azad e.

Malbatên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a ser Kobanê neçar mane ji cih û warê xwe koçî Edenê bikin, di bin konê naylon de têkoşîna jiyanê didin. Kevser Selmano li otogara Edenê ji birçan re jiyana xwe ji dest dabû. Gelek zarok ji ber şert û mercên jiyanê û zivistanê jiyana xwe ji dest didin. Jinên ku dixwazin dawî li şer bê anîn ziman ku ew daxwaza jiyana aram û bê şer dikin.

'Ev şer heya kengî dê bidome?'

Dayîka Kevser Selmano Hatîce Selmano ên ku li Taxa Doganketa navçeya Yuregîr a Edenê bi cih bûye wiha got, "Derûniya me tev xirab bû. Keça min şertên zehmet tehmûl nekir û întîhar kir. Şer herî zêde jinan bandor dike, êşê wê yê herî giran jin dijîn. Ev şer heya kengî dê bidome? Mirov heya kengî mirov di riyê koçberiyê de wê bimrin?" Hatîce da zanîn ku mirovên di konan de dijîn ji ber bê çarebûnê û jiyana ne bi tendursit jiyana xwe ji dest didin û wiha domkir, "An em ji sobê gazê dimirin an ji serma û birçîbûnê. Divê ji vê yekê re êdî çare were dîtin. Em mirovin û mafê me jî a jiyanê heye. Em êdî dixwazin vegerin ser axên xwe."

'Ewlekariyê canê me nîne'

Hatîce anî ziman ku kurê wê yê 15 salî û keça wê Kevser neçar mane bixebitin û got, "Şertên jiyanê zivistanê zehmete. Eger em nexebitin em ê hem birçî bimînin hem jî bicemidin. Sê salin em livirin. Havînê min tînin kampê û diçin firingî berhev dikin. Ji ber nexweşim nikarim biçim. Zivistanê jî diçin berhevkirina portaqalan. Lê heqê destê zarokan nayê dayîn." Hatîce di dawiyê de bilêvkir ku jiyana di bi konan de ji bo zarokan ne bi tenduriste û got ewlekariya canê wan nîne.

'Xwarinê xwe jî tev me naxwin'

Nefîde Hame jî diyar kir ku ligel koçberiyê ew rastî nêzîkatiyên cudakariyê jî tên û wiha got, "Li ser kar jî tevî me xwarinê xwe naxwin. Dema ku wiha nêzdibin em pê bandor dibin û xemgîn dibin. Em bi xwasteka xwe ne hatin vêderê." Nefîde Hame anî ziman ku jiyan ji bo jinan hîn zehmetire û got ew hem li nav zeviyan dixebitin hem jî li mal. Nefîde destnîşan kir ku ji ber ew ziman nizanin nikarin xwe jî îfade bikin û wiha berdewam kir, "Em dixwazin vegerin ser axê xwe."

'Em ê vegerin Kobanê'

Medrîke Nebu jî got, "Ji ber me li hember dagirkeriyê têkoşin kir êrîşê me kirin. Ciwanên me hîna li wir berxwedidin. Ji bo em zarokên xwe biparêzin heya vir em hatin. Niha şer hîna didome. Bi sedan ciwanên me şehîd ketin. Ligel her zehmetî têkoşîna jiyana bi rûmet didin. Li Sur, Cizîr, Silopî û Nisêbînê gel weke Kobanê li berxwe didin. Em wek gelê bakûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê heman xwînê hildidin. Çand, ziman û dara me yê jiyanê yeke. Qederê me jî yeke. Ez hêvî dikim ku gelê Kurd di demek kurt de azadiya xwe bi dest bixin û li ser axên xwe azad bijîn. Em hewldidin cardin vegerin Kobanê. Em ê xaniyê xwe ji nû de avabikin û jiyan bikin. Em bimrin jî ser axên xwe bimirin."

(rc)