Wê kûlîlkên Yasemîn neçilmise...
10:43
JINHA
ŞIRNEX - Yasemîn Çikmaz ya ku li Cizîrê tevî 8 hevalên xwe hatin şewitandin, li pay xwe xeyal, rûyê xwe yê bi ken, navê xwe yê narîn ku ji kûlîlka Yasemînê digre û sekna berxwedêr hêşt. Bavê Yasemîn got, "Bi hezaran ji me qetil bikin jî, wê bi hezaran kes jî dozê wan bişopînin. Wê kûlîlkên Yasemîn neçilmise."
Cenazeyê 135 kesên ku li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hatine qetilkirin û li morgê tên girtin, malbat cenazeyên xwe nasnakin. Yek ji bedenên nayê nasîn a Yasemîn Çikmaz e. Yasemîna 20 salî tevî 8 hevalên xwe di jêrzemîna wehşetê de hatin şewitandin. Yasemîn li pay xwe xeyal, rûyê xwe yê bi ken, navê xwe yê narîn ku ji kûlîlka Yasemînê digre û sekna berxwedêr hêşt.
'Me di televîzyonê de dît'
Bavê Yasemîn Abdullah Çikmaz ji bo bedena keça xwe bibîne hatiye Silopî. Abdullah wiha dest bi gotina xwe dike, "Ez bi rêz bejna xwe li ber şehîdan ditewînim. Serê gelê Kurd û malbatê şehîdan saxbe."
Abdullah diyar kir ku welatiyên li Cizîrê hatine qetilkirin rûmet, şeref û namûsa Cizîrê ne û wiha domkir, "Li Taxa Dîcleyê em rûniştî bûn. Lê malê me li Cûdî bû. Tang û panzêr hebûn. Keçê min ji bo cilê xwe ji malê bigre çûbû Taxa Cûdî. Dema ku êrîş pêk hat neçar ma xwe bispêre jêrzemînê. Heftiyek li jêrzemînê ma. Agahiyê me ji hev qutbu. Navê wê di televîzyonê de min bihîst ku di jêrzemîna duyem de ew jî birîndare. Ez li 112 û 155'an gerîm lê kes nehat. Dûvre min carek din li 112'ê gerîm. Ji min re gotin 'em heya kolanê çûn, me gazî kir lê kes nehat'. Min jî got 'birîndare ji ber wê nikare were'. Dûvre agahî tev qutbûn."
'Em ligel şehîdên xwe ne'
Abdullah bûyerên ku hatî jîn wek hovîtiyek mezin nirxand û wiha pêde çû, "Li Mêrdînê me li cenazeyan nêrî. Kîmyasal bikar anîne. Hovîtiyek mezin pêk hatiye. Em ê mafê zarokên xwe bixwazin û şopdarê dozê wan bin. Têkoşîna me dê bidome. Heya ku em saxbin em ê li pay dozê şehîdên xwe bin. Em ligel şehîdên xwe ne."
'Yasemîn rûmet û kûlîlka me ye'
Abdullah got, "Yasemîn jîr û xwedî taybetmendiyên xweşbûn" û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hizre wê ji bo gel bû. Ji bo girtina cilên xwe çûbû, lê hat qetilkirin. Çend rojin em ber Deriya Sînor a Xabûrê ne û nikarin cenazeyên xwe bigrin. Bi hezaran ji me qetil bikin jî, wê bi hezaran kes jî dozê wan bişopînin. Keça min rûmeta meye û kûlîlka meye. Wê kûlîlkên Yasemîn neçilmise. Zivistane Yasemîn çilmisî xuya dike, lê keça min wê ji nû de şîn bibe. Wê nekaribin bi çek û tangan gelê Kurd bêdeng bikin. Em dev ji doza xwe bernadin û li pay dozê şehîdê xwe ne."
(rc)