Tevahî Başurê Kurdistanê got: Bê Serok jiyan nabe

11:09

JINHA

SİLÊMANÎ - Li tevhî bajêrên Başûrê Kurdistanê komloya 15'ê Sibatê hat şermezar kirin. Di serî de li Silêmanî, Kerkuk, Raniya, Hewlêr, Mexmûr, Koye, hemû navend û navçeyan çalakiyên ji bo şermezarikirina komploya 15'ê Sibatê hatin lidarxistin.

SILÊMANÎ

Li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, rêxistina jinên azad û tevgera ciwanên şoreşger, bi tevlîbûna sedan welatiyan, çalakvan û rêxistinên jin, ciwanan, rewşembîr û nûnerên aliyên siyasî li ber Caddeya Selam ber bi Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê ve meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşêde posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJK, û pankartên li ser nivîsên şermezarkirina komploya navnetewî hatin vekirin. Meş li ber Baxî Giştî dawî bû û çalakiya piştî meşê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre jî li ser navê rêxistin û aliyên siyasî daxuyanî hatin dayîn. Peyama Komîteya Azadiya Ocalan ji aliyê Dr. Fayeq Gûlpî ve hat xwendin, peyamên tevgera komelgey azadî û Perlemento jî hatin xwandin.

KERKUK

Li Kerkûkê bi pêşengiya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê meşek hat li darxistin. Meşê ji çaryana Mame Rişe destpê kir, heya nav bazarê berdewam kir. Bi sedan kes, rêxistin û aliyên siyasî beşdarî meşê bûn. Di dema meşê de bê navber dirûşemeyên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bakur, Başûr, Rojhilat Apo Serokê welat" hatin berz kirin.

RANIYA

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşnengiya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê, bi beşdarbûna sedan kesî, Komeleya Ciwanên Welatpêzên Kurdistanê, çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) komploya 15'ê Sibatê ya dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hat şermezar kirin. Meşê ji ber Mizgefta Seyîd Qadir destpê kir, heya Baxê Giştî yê Ranya berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmralî", " Bê Serok Apo jiyan nabe" û "Kesek nikare roja me tarî bike" hatin berz kirin.

HEWLÊR

Li bajêrê Hewlêrê jî raxmî hemû astengyan komploya 15 Sibatê hat şermezarkirin. Çalakî li kolana Enkawa ya Hewlêrê destpê kir. Çalakiya ku bi sedan welatî tevlî bûn li kolana Enkawe destpêkir û heta ber Konsûlxaneya Tirkiyê berdewam kir.

MEXMÛR

Dema ku welatiyên kampa Ş. Rustem Cudi ya Mexmûrê dixwstin biçin bajarê Hewlêr û tevlî meşa girseyî bibin ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin asteng kirin. Welatiyên Mexmûrê jî li hember helwesta wan nerazî bûn nîşandan û li pêş qaymqamiyeta Mexmûrê kom bûn. Lê li wê jî asayîşa PDK'ê welatî gulebaran kirin. Li gel hemû êrîş û astengiyan jî Mexmûrî dinava çalakiyê debûn.

KOYE

Li navçeya Koyê ya Hewlêr jî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ê li nav bazarê heya ber parka mezin a navçeyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de bê navber girseyê dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Kujer Erdogan' bilind kirin. Li parka mezin bi daxuyaniyekê meş dawî bû.

(şb/zt)